le diłî nedawe

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 1 minutes  536 views
şêxêk bo jinan amojgarî bêj
heray bû le meř dirustîy desniwêj
deygut: tûkeber win ka denkeco
leş pîse û nwêjtan deřwa be fîřo
lawêkî bê mû çûbuwe qujbinêk
bergî wek jin bû, pirsî le jinêk:
destêkit bêne bo ser bergedem
bizane çone degeł giftî em?
jin hate destî řeqê lew nawe
hawarî kird û diłî bûrawe
şêx fermûy: pendim behêz û pêze
wa day le diłî em xo parêze
law gutî: yaşêx hełî debestî
negeyî bedił geyşte destî
pendî řeqî to kar le dił naken
debê řepuřast le destit řaken