ke waweyla be dûrî leyla le duceyla nekem çibkem

pênc şitekî leser ẍezełêkî meḧwî
From the Book:
Dîwanî Exol
By:
Akhol (1911-1988)
 3 minutes  1911 views
ke waweyla be dûrî leyla le duceyla nekem çibkem
be eşkî dîde lêşawî xemim berba nekem çibkem
le meyxaney jyana mey beser meyda nekem çibkem
«be nûrî bade keşfî zułmetî teqwa nekem çibkem
be şem’êkî weha çarey şewêkî wa nekem çibkem»
le tîşkî řûmetî cwanî ełêy řûnakîy lalaye
le tasey bonî sersîney ełêy mîskî buxaraye
le berzî û şoxî û şengî qed û ew bejin û bałaye
«le xezney diłî meda herçî heye her daxî sewdaye
desa em neqde derdî ’eşqî pê sewda nekem çibkem»
biragel xo musułmanim gelê carim nekird hawar
le baxî cwanya tazegułêke bo minî diłzar
le destî dûr meken tuxwa, neken zînhar hezar zînhar
«legeł destî mela řê nakewê zinnarî zułfî yar
wekû şêx îxtyarî mezhebî tersa nekem çibkem»
řeqîbim her wekû cadû tenî sîḧrî leser řêma
bełam bêsûd bû her çende hemûm şêla lejêr pêma
le xoy pařamewe înca lewaney dewrî her kê ma
«le řêy ew şoxeda xom kirde xak û pêy nena pêma
desa xakî hemû ’alem beser xoma nekem çibkem»
minî aware lem şare jyanim êşe ya noşe
serasîmem çe qewmawe ebînim giştî řeşpoşe
ewî eybînî bêdenge ełêy mestûre bêhoşe
«demêke şarî piř şorî meḧebbet mat û xamoşe
be qanunî tecennun şořşê berpa nekem çibkem»
ełêy mindałî sawaye diłim: hawarî dulberye
kize dûrbînekey çawim lebatî em ser, ew serye
ewende firmêskî řişt dîdem teřay axir û oxrye
«le çawa nim nema bo girye nobeyî sucde berderye
sya sałim nebare, nwêjî îstîsqa nekem çibkem»
cemałit zułmete bo min dełê bo xelqî wek şem’e
jyanî piř le alamim gehê tirse û gehê dem’e
ewî min xom be xomim kird leřêy toda hezar new’e
«leser tom dujmine dinya qezîyem manî’u alcem’Arabice
ke terkî to nekem terkî hemû ’alem nekem çî bikem»
bese ey nefsî emmare bese bes şêt û bedxû be
ewî dûřû řyakare ewe emřoye meḧbûbe
be hîç naçê lenaw ’ama le ’îlma wek erestûNamed-Entity be
«becê mawim le yaran nabecê mawim ecel zû be
be mirdin lem qisûrî jîne îstî’fa nekem çî bikem»
eger çî çû be ba ’umirim le řêzey ’aşiqa meḧwîPerson
bełam dawênî ber nadem heta darwalbeqaArabic meḧwîPerson
---------Missing
«ewa leyla be řojî ḧeşir eda wadey lîqa meḧwî
heta qamî qyamet ah û waweyla nekem çî bikem»