ker be laḧewl najî

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  563 views
derwêşî şiř û kerêkî lawaz
şeket le nişêw, mandû le hewraz
şew dahat lay da le xaneqayek
le sofî pirsî: bo ker cêgayek
gutî: maşełła derwêş çi jîrî!
le bîrit neçê mîwanî pîrî
zorzor xoşhatî cêgat leserser
bê xem, le ser min dabînbûnî ker
witî: sa tuxwa bîbe ser awê
ey subḧanełła derwêş pêy nawê
sofî gyan kaşî bo danê kemê
esteẍfîrułła coşî edemê
peynî wişkîşî berpê eřêjî?
laḧewlewela, derwêş çi gêjî!
xaneqay şêxe û cêgey îllełła
taqetî ekem, meyke behełła
***
derwêş piřxey bû bedrêjayî şew
sofî û ker û ka û coy dehate xew
beyanî dîtî: ker her becle
ser ta pay nuqmî řîxawî şile
le birsan sing û gurîs ecawê
ne sofî dîwe û ne ka û ne awê!
kerî wederna be pałepesto
car bepaş dadê car beser esto
gutyan: mam derwêş ker çî bełaye
witî: bê hêzî subḧanełłaye
dirêjayîy şew her îlełłay xward
sofî seweyek maşełłay bo nard
kerê hemû şew laḧewlê bada
pêw seyr nebê ger bê belada