řêwî û kełeşêr

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 1 minutes  758 views
řêwîyek degeřa miłumoy dekird
her çawenořî řozîy xoy dekird
kełeşêrî sûr dûr hate berçaw
paş çak û çonî û řojbaş û siław
pêy wit: beheştî bawkit biram bû
yan min lay ew bûm yan ew le lam bû
deng xoşî wek ew kwa debêtewe
hîç kełebabêk cêy nagrêtewe
kełeşêr witî: řêwî çe êjî
xot hełe ekey yan gêl û gêjî?
awaz xoştirim gelê le bawe
nawbangî dengim geywete lawe
çawî qûçand û bałî pêkada
řêwî be qepêk kiřkiřey bada
birdî û qîřandî û pêy zanî xêwî
segelî berda şwên pîre řêwî
kełeşêr witî: eger detewê
çîdî gemał gel wedût nekewê
bêje wexêwim ba diłnya bê
boxoy pêy xoşe legeł mina bê
řêwî bo witar demî kewte kar
kełeşêr beẍar peřye mazudar
řêwî bangî kird: bełam le zarê
be bê kat carê hate witarê
kełebab gutî: ba kwêr bê çawêk
le řûy dujminan lêk nirê tawêk