pişûdrêj

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 1 minutes  521 views
kerêkî nexoş xerîk bû demird
beşdar le dyarî çawêrî dekird
deygut bitopî goştekey dexom
seg deygirnewe eger min biřom!
le ker giran hat dîmenî gemał
witî: çwarpê beg to biçowe mał
min tîrey kerim zor gyan le singim
firîwit neda henasey tengim
hêşta bo mirdin dû mangim mawe
seg zor le serxo weramî dawe:
minîş netewey pişûdrêjim
wa lêrem heta goştit eçêjim