le demî nehenga

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  668 views
sałî ḧefta be’sî ’êraq bangawazî xudmuxtarîy kurdewarîy le řûy naçarî řageyand û zorbey xwêndewarî kurdyan kêşa şar û mûçe û karyan bo dyarî kird. le sałî ḧefta û yeka minî hejar beserokî destey nûseranî kurdî ’îraq hełbijêram. le paş çermeserêkî zor, destûrî biławkirdinî gowarêkman le jêr nawî «nûserî kurd » le dewłetî be’sî wergirt. min lam wabû ew mafey be kurdyan dawe ta ser nabê û be’sî milhuř her bîna paşgez bûnewe û byanwêkman bo edoznewe û řîse baş banedrawekeman lê dekenewe be loke. bew xeyałe em pexşan û şî’rem le yekemîn jimarey gowarekeda nûsîwe:
dełên eger wirde goşt û bermaw le kelêne kełpî nehengida şewêk bimênêtewe lêy debête jehir û deykujê, ca le dway xwardinî nêçîr dem dekatewe û melêkî biçûk deçête naw zaryewe û didanekanî dajnêtewe û bew bermawe dejî:
melim melêkî biçûkim
bê hêzin bał û denûkim
bê nawim le naw melanda
aware le çya û telanda
eger hewa germe, serde
cêgem teřaş û bin berde
kes beserim nakatewe
kes awřim lê nadatewe
weku pûşêkim ledem ba
şemał damnê, ziryan demba
başû nemxiwa, baz demgirê
řêgem piř le kospe û girê
le jyanmida xoşî nedîw
lane şêwawim bê bijîw
be nahumêdî sûř exom
nazanim berew kwê eřom!
***
damezrawim lelay neheng
çîne û danim kewtote çeng
demî bom daçeqanduwe
gewî lîçî řewanduwe
pêk hatûyn didan ajin bim
le naw kełpan bermaw çin bim
min nebim, demî bon degrê
min yarîdey nedem, demrê
cêm başe xwa neyşêwênê
bełam takey wa demênê
nehengî aẍam zorxore
bê bezeye, xawen zore
eger carêk lem çînemda
miçuřkêkî hat be demda
eger germ dahat gyanî
goşt melî be derman zanî
eger le cwabî pirsyarêk
demî be yekada carêk
minî kiłoł çi bê çarem!
ay ke hejar û bê çarem