kutkî kawe
From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
7 minutes
838 views
be hoy newrozî sałî 1969 leser îzgey şořşî kurdistan xwêndirayewe:
çîrokêk le nawman bawe
zehak û dû mar û kawe
le pê deştan, le kwêstanan
hemû şewgarî zistanan
wa bû be çendîn hezar sał
le dewrî agirdanî mał
nexwaze dapîrekanman
dinyadîde û jîrekanman
leberyan kirduwe demawdem
zor şîrîn dełên řołekem
papetîyek hebuwe çołperist
carêkyan helêkî des xist
řêgay kewte kurdewarî
le çya hełîda dewarî
zor lêy xoş hat hewarî nwê
qirmî xoş kird lêy nebziwê
zewî be pît bû bo kêłan
lêman kewte gendeł fêłan
be dem eyut biratanim
bo êwe dyarîy yezdanim
esp û ḧuştir yek řegezin
marmêlkeş her beçkey pezin
řez û peztan biden be min
min zorxorim, êwe kemin
’abay beser şan dadabû
key neydezanî çî tya bû
kurdî sawîlke û kurdî zoł
boyan da le def û dehoł
yek neydezanî çi base
ewyan bo listinewey kase
yek be ḧawwiḧu, miřemiř
zołeş ta wirgî bika piř
kewtine xak û pay bêgane
dayan pêy em kurdistane
zehak be kwêxa danra
’abay le şan wela dira
dû mar leser şanî řwabûn
dyarîy çî ẍezebî xwa bûn
marêk be řîş û pirçewe
tezbîḧ be milî çirçewe
mêşkî leser betał dekird
piřî le diro û xeyał dekird
marekey tir şîne mar bû
şaxdar bû kunî le şar bû
şařeg pisên û xwên mij bû
wek qespî beẍda kurdikuj bû
eşyan gut pêşû herduk mar
marî şaru marî řîşdar
binîçe kurd bûn, cadûkar
be efsûn kirdibunî be mar
***
zehak û zołe kurdî mar
şîşane gyan kurdî hejar
destyan kird be tałan kirdin
gelêk kurd le birsan mirdin
ajełyan biřî lew nawe
katê zanyan hîç nemawe
hatne ser bîrî pyaw xwardin
řojê dwanyan lê debjardin
mêşkyan edra be marekan
goştîş beşî xunkarekan
êsk bo seg û goł û zoł
bermawêkîş bo post bekoł
ta be kurd biłê deng meken
degeł beşî xwa ceng meken
qezaw qeder way danawe
le nawçawantan nûsrawe
***
mam kawey bawkî hejde kuř
asnigerî be hêz û guř
ḧevde kuřyan ser biřîbû
geř leser dwamîn kuřî bû
agirî cerg zor be tîne
tołe dermanî birîne
bo tołe destî le jyan şut
destî da kutkî asin kut
berhełbêney kirde ała
zor ḧeşamatî lê hała
guřandî wek hewrî behar
ey kurdî jêrdest û hejar
takey pêxustî bêganey!
ta key leçawî xot taney!
takey bîrêk nakeytewe!
ta key awiř nadeytewe
takey ejî be serşořî
bo zeq berew goř enořî!
boç serkizî çare nûsît
çî lê hat kurde namûsît!
ba bes bê, serşořî bes bê
jîn be ḧîzî bo teres bê
řapeře, bask hełmałe
xot bawêjeder lem çałe
becê bêłe payey nizimit
ser berizke xot û xizimit
ta ser, řêy azadî bigre
yan zor be serberzî bimre
mergî geřnas her yekcare
mergî tirsenok hezare
werin pyaw bîn le řûy mirdin
bibzûyn bo dujmin qiř kirdin
***
be ne’retey mam kawey merd
lerze kewte berdar û berd
lawî kurd le xew řapeřîn
wek şêrî řiq hestaw xuřîn
kawe biřo be şwênteweyn
ewey toy be nyazî eweyn
hîçman serman nabeynewe
ta tołey kurd ekeynewe
ba bişekê ałay çerimit
ba tîndar bê diłî gerimit
şan beşan kuř û bab û kak
guřyan best bo koşkî zehak
bo kwê deçî, kurd xoreke!
kurde zołe çwar moreke!
řoj řojî nêre pyawane
mirdin bo xawen tawane
***
bû be şeř, şeřî beranan
germe kořî pałewanan
biruskey şêr, baranî tîr
girme û guřînî law û pîr
etawênin zorî zordar
wek befrî ber hewrî azar
êsk û řeg û goşt lêk dira
koşkî zułmî pê têk dira
dîwar řiman, derga şikan
xwên û asin pêk da likan
laş kewtin ledujmin û dost
leser řêge ebûne kost
kawe eygut: guř bibestin
naşê le xebat bwestin
lîng beser laşda hełênin
ser be dujmin binewênin
hênd le goştî xwêntał diran
xenceryan mişt û mał kiran
şeste řehêłey ser û xwên
zordarî derpeřand le nwên
wek berazî dewredraw
bê hel û deretan nemaw
řeng bizřikaw û dem be cwên
eyzîřand çiłkawxor le kwên!
caşî kon û nwê bimgenê
bo cêtan hêştûm be tenê!
kwa nizagoy dirofroş
kwan gîrfan biřî řojî xoş!
zorîm legeł kird bo êwe
nemzanî em derdey pêwe
boç nayen behawarmewe!
lekwêda xom bişarmewe!
***
be dewrî xoyda exulawe
tûşî bû be tûşî kawe!
witî dermanit lay mine
to jyanit le xot dujmine
ew kesey xoy be to firot
toşî firot, tenya bo xot
tawan bo gel dejmêryewe
çit lê sand pêy despêryewe
giryan û şîn dadit nada
hey řûřeş le qapî xwada
***
kutik hařey dehat oxey
serî dujmin sindane dey
be kutkêk wird û xaşî kird
bangawazî kird dujmin mird
kurd řizgarbû le bêgane
kurdistan małî xomane
herçî kîjî kurd û kuře
herçî dił le dujmin piře
ba bîka be bezim û xoşî
azadî xemî dapoşî
kurd ke řizgare û dujmin mird
řojêkî nwê destî pê kird
ba nawî cejnî newroz bê
cejne le xoman pîroz bê
laşey dujmin wekokira
agirêkî tê berdira
le ber giřî lakî dujmin
bû be hełpeřkêy pyaw û jin
lew řojewe kurdewarî
bo bîrî řojî řizgarî
her ebê hełka agirê
giřî tołe danamrê
ta êre çîrokî kone
ba bizanîn êstaman çone!
***
kawe: barzanî
derdî pêşû tûş bûynewe
wek pêşûş tê hełçûynewe
zehak newey ew zehake
dagîrkerî awu xake
zołe kurd xoy pê defroşin
be xwênî gelyan serxoşin
her kurdin lêman bûn be mar
le gund û şar wek şêt û har
degeřên bo kurdî hejar
bîken be xorakî zordar
gelêk sawa û pîr û lawman
xuran, derxiran lenawman
le zor ḧevdan têpeřîwe
kurd kem azarî way dîwe!
bełam xo legeł eweşda
lem şewezenge řeşeşda
zor supas kaweşman heye
tîşkî řojî geşman heye
sed wek kawe lemêjûda
le zûda û le řabirdûda
le řast barzanî bê nawe
kes wa aza neřiskawe
lawî kurdîş be hezaran
sił naken lesermaw baran
pêşmergen û des be xencer
gwê beferman lenaw senger
bo tołe sandin amaden
le şeř serxoşî bê baden
xwên ebexşin bo řizgarî
bo serbestîy kurdewarî
deysa kawey kurd çî mawe?
azadman bike lew dawe
diłxoş ke ew diłmendane
kwa kutkit! dujmin sindane
bacaşgir awêtey gił bin
ba caşk le tirsan sił bin
kurdistaneket řizgar ke
derdî diłî gelit çar ke
ba xo le xem cwê keynewe
newrozî kon nwê keynewe