demeteqey pîrot û bapîr

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  587 views
le řojî 6/ 7/ 1968 caşkî celal tałebanîPerson û biraym eḧmedPerson be çek û espabî dagîrkeranî kurdistan hatne ser pêşmerge û le dway şeřêkî şeş řoje. pêşmerge dû sed caşêkî lê topandin, gelêkîşî lê be dîl girtin û le kurdistanî azadî derkirdinewe. bew hoyewe nûsrawe:
p: mam bapîr, a bê, dengubas çîye?
bi: wexwa, ḧał caşgel firexas nîye
p: gwaye gerekte bêjî xerawin?
bi: bełê serşikyaw, paşił diřyawin
her laşî caşî kirmê û bogene
keftige lew deşt qere ḧesene
p: xase, xo êjin ḧukmat gořyawe
çon caş ber eda bem law bew lawe!
bi: pîrot be’sî gel xot eyan nasî
pa dirêj naken hergîz weřasî
wityan ḧuzeyran cê wecê ekeyn
le cor binyadem emca řê ekeyn
şeřî hendirên dersî dadawîn
xasî badawîn, meyjin her xawîn
keçî eydûnîn mał her ew małe
her mêşkî pwîçe û kelley betałe
wedewr xoyana esûřênewe
xerîkin şeřman bo enênewe
caşgel şest û şeş, çî biłêm? dûr leřût
dagîrawnese û wesaçme û barût
bizût exene bin kilkyanewe
eteqin welay kurdistanewe
weḧeççey be’sî wegjimana tên
tênagen ême eyannasîn, kên!
p: deysa çeyan kird tuxwa mam bapîr
bi: lenaw tełeda simyan kirdî gîr
wîstyan dagîrken mełben «cebarî»
tyaya bigewzin wegwêçke larî
bełam neqîzey pêşmergey aza
pê geyşit, karyan le kar tiraza
herwa caşk bû, bo der’epeřî
berew tewîley ’arew ezeřî
luşmey celal û zeřînî bile
derî xist kewa pałûyan şile
kurdistan xwardin bo ’arew nawê
ba hezar caşkîş cûte bihawê
p bełê mam bapîr, be’sî zor kerin
wehîway caşgel zeḧmet derberin
şořş kurdistan dujmin diřêne
meley gereke em gomî xwêne
eyşizanît caşk mele nezane
aw biga be gwêy, beşî xinkane
be’sî û celal û bile û caş û maş
wemang eḧepin gemał gel belaş