demeteqey pîrot û bapîr

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  612 views
şêx ḧeneşî ’areb caşkî xalîdî kuřî welîd bû, řojî 14 / 4/ 1967 legeł 5 caşkî hawřegezî xoyda kujra. beẍda boy kewte şîn û şepoř û be hezaran ’esker û caşî kurd û ’arebî be top û teyare û zirêpoşewe narde ser pêşmergey deştî hewlêr, fars bawe û pêşmerge qaremanekanî hewałî, karêkyan beser ḧikûmetî beẍda hêna, baneyî degeł kerî xoy nekirduwe lew barewe nûsîwme:
p: dyarnebûy bapîr le kwê bûy be xêr?
bi: bexwa mam pîrot çûbûme hewlêr
p: deng û bas çibû? çone ew nawe?
bi: dinya şêwawe, ḧeneş kujrawe
p: ḧeneş yanî çî? kam canewere?
bi: caşkî welîd bû ew pîrekere
luşkî ehawêşt, eygeztîn bedem
lûle řeşaşêk nardye cehendem
ḧukmatîş kêçî kewte kewłewe
bo tołey bawkî kewte hewłewe
îzgekey beẍda her hawaryetî
şînî bo kilk û gwêçkey laryetî
çaw be giryan û xwên be demewe
fermûy serî kurd pan ekemewe
miẍawîr hat û top û debabe
herwa gaboř bû, ya weylî û yabe
caşûley kurd û ’arebe řûte
bew deşte werbûn bezeře û cûte
’esker lêy exuřîn bo tołesandin
pêşmergey xoşman baş têy geyandin
sa’îqe pel bû, debabe şika
ḧeyay nemawî miẍawîr tika
caşe kurd kilkî be gełozewe
welîd peyn û xoł be limbozewe
kurtan becê man, ’egał biław bûn
kiław bê ser bûn, ser bê kiław bûn
setyan lê topan le songey ḧeneş
serî şikawyan bo mawe û řûy řeş
p: bo ḧemey sabîr bo wayan nekird!
çend caş topênra, her basyan nekird?
bi: pîrot hoşt bê, ḧeneş ’arewe
caşekerî kurd çon weku ewe?
caşêk wezmanî xoyan bizeřê
hezar caşî kurd deserî geřê
caşî kurd bo bar, ’areb bo bere
caş ke tê naga cisnatî kere