caş û baş

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 3 minutes  1204 views
em demeteqeye leser řadyoy şořş be dû qołî wek numayşiname xwêndirayewe:
mandû nebî kabray řêbwar
qezat le gyanim hezar car
naweket bifermûy başe
dûr le řûtan nawim caşe
caş? her ew caşî kuřî ker
be kilk û be gwê û bareber?
qurban min kurdim bûme caş
simim xistote naw kełaş
agam le caşî kurd nîye
başe, karubarit çîye?
min kurdim, wek dête bîrim
kurdîş bûn bab û bapîrim
perwerdey çya û kwêstanim
kurdîş nebê, hîç nazanim
řojê aẍa fermûy ḧeme
wek bizanim nanit keme
were bitnûsim be fursan
îtir nanałî le birsan
tifengim naye ser şanim
caşkim û ełêm fursanim
sêzde dînarim edenê
şew û řoj wam le bendenê
legeł pêşmerge ecengim
le tirsana zerde řengim
’arebêk xwêntałî çepeł
zimanpîs û xwêřî û deẍeł
be kurdistan ełê şîmal
le şwênme be te’al te’al
be ’arebî pêman ełê
eykujim kê le şeř hełê
xoşî nawêrê bête pêş
řoḧî eçê le wizey mêş
min ebê çi bê tegbîrim
lenaw dû agira gîrim
eçme pêş, mirdinim beşe
paşim ’arebî řûřeşe
***
to ke leser dinya caşî
dyare řûřeşî ew laşî
detopî wek topînî ker
firîştey xudat dêne ser
çît laye bo «meřnemûke?»
sêzde dînar û řibûke!
lat waye beheşt bo to bê?
eger piř le ka û co bê
bełê êsta têt geyştim
dujmin û biřbiřey piştim
nazanî caşî quřbeser
gewreş bibî ebî be ker!
xot ḧez nakey řizgarit bê
pêt xoşe dujmin swarit bê
dujminî nîştimaneket
kiloy řez û bêstaneket
eyewê lenaw biçîn gişt
be yektirman eda be kuşt
toy nawê û be minîş nawêrê
etgirê û bo minit enêrê
min û to begij yeka çîn
hertik le kurdistan laçîn
mar be destî dujmin egrê
qazance her layek bimrê
dîn û namûst lê ekřê
xot be destî xot ser ebřê
bew fêłe kurd bifewtênê
kurdistan bo xoy bimênê
ta key desxeřoy řenceřo
kurtanit bawêje û biřo
biłê aẍa tif le çaret
le’net le xot û le paret
min namûs û nîştimanim
xoştir ewê le gîrfanim
namewê em nan û berge
eçim ebim be pêşmerge
řêy pyawetî û şeref egirim
leser kurdayetîy emirim
bimirim legeł kurdî biram
şadî û bextewerîye lelam
kurdistanî xom řizgar bê
kuřî kurdî des be kar bê
xêr û behrey wiłatî xom
dujmin neybat û xom bîxom
minałim kurdî bixiwênê
ḧakim be kurdî bimdiwênê
duktorî kurd dermanim ka
kurd bîrî nan û lanim ka
ewsa serberz û diłxoşim
zorî xom be kem nafroşim
caş řûřeşî xełk û xwaye
kake herçî witit waye
zor nezan bûm, têtgeyandim
le xewa bûm, řatpeřandim
bełam ewa girîman kird
desim berda û bûmewe kurd
xełk her pêm ełên caşî?
na, pêt ełên kuřî başî
de bexwa çît wit wa ekem
tifeng eřfênim û řa’ekem
her ’arebê bête pêşim
daykekey le ker ekêşim
her caşêkî bête berim
eytezênê gulley germ
wa pêk hatîn
wa pêk hatîn
herdûk: hemû kurd û yek awatîn
kurdistan małî kurdane
ba lêy derkewn bêgane