kawey mezin

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 4 minutes  784 views
newrozî sałî 1963 kobûnewey seranî şořş le şarî koyeLocation bû, le ahengî cêjnî newrozda em şî’rem xwêndewe:
cêjnî sersał ke newroze
zor le naw kurda pîroze
cêjnî kone û boman mawe
boy dařijtîn kutkî kawe
mêşk xorî kurdî mirand
ałay leser gořî çeqand
ałay kawey kurd heł kira
ew řoje be nwê nêw nira
***
hezaran sał tê peřîwe
kurdîş newrozî zor dîwe
her katê xakî kurdistan
řizgar debû le çing zistan
polû dekewtin yek û dû
mujdey şemałî pêwe bû
bay wade le deşt û kawan
befir û sehołî detawan
deygirmand hewrî beharî
be lêzme baran debarî
pûş û lîtey řademałî
kone bergî dademałî
deşt û der debû sewze poş
piř gułî xoş řeng û bon xoş
kîj û kuř derdeçûne çoł
bo semay be zuřna û dehoł
***
bełam ewa yek dû sałe
bê cejin û jyanman tałe
newrozman way xo gořîbû
qet kes şitî way nedîbû
’ereb ḧezyay xwardinman bû
dawakarî mirdinman bû
leser xakî kurdewarî
řeş û papetî dabarî
des kira be xwên řijtinman
be mindał û jin kuştinman
xełat bûn şeq û dar û mist
sawayan de’agir dexist
qîje û hawarî kîje kurd
bê namûs, namûsyan debird
aẍa û řîş sipî û melaman
kêy zor benirxin le laman
dest bend le dest û dem bexwên
dedrane ber pilar û cwên
fiřokey mêg û elîwşin
hejdîhan xwên heł delûşin
girmeyan le hewran zortir
le hemû weḧşan pyawxortir
bombay napałmyan debarand
gyanyan le leşman detarand
dyarîyek bûn le kirêkaran
bo mał û mezray hejaran
çek, çekî aştî xwazî bû
le kuştin bê cyawazî bû
bertopî pênc pênc û şestîr
dedra sawa û cwan û pîr
hewrî çiłkinî zordarî
betaw mergî lê debarî
zor îqlîm gîrbû lew nawe
xwa kirdî û řapeřî kawe
***
kawey mezniman barzanî
kawey pêşû be qurbanî
bizût bay wadey awatman
germ bû kořî xebatman
pêşmerge xawen serdare
jîn le dujmin jehrî mare
setyan hełdên leber kurdê
wek dełên «sed qel û berdê»
caş kilkî lê bû be ała
sim û yałî lêk dehała
’areb kewte yumḧe û řořo
kake memkuje û çek bo to
ba her bên mêg û elîwşin
bo lawî barzanî pûşin
be gopał řeşaş destênin
be berd zirêpoş deşkênin
kuřgel çek wegwêzin beko
kełaşînko û xiroşînko
ta serdarman barzanîye
tirsêk le arada nîye
***
le hejarit kewê kake
bapêt binazê em xake
abřûy kurdit kiřîyewe
destî zordarit biřyewe
nawî meş behoy xotewe
le dinya berz botewe
hêzî dest û tifengî to
heybet û zebruzengî to
papetî le tirsan mirdin
cehendemî lê piř kirdin
cêfřikî le caşan biřî
namûs firoş mergyan kiřî
***
lew cêy be bomba sutawin
kelake dujmin nêjrawin
laşî dujminî kurdistan
peynin bo naw baẍ û bêstan
şînke baştir ser derdênê
zewî baştir guł deřwênê
wa bot nîzîk kirdîn behar
destim damênit hezar car
hewrazêkman leber mawe
lew dîw xoşî û taw û sawe
pêşman kewe lew řêbazeş
weserman xe lem hewrazeş
ta kurd jêr çepoke mabê
asudeyî bo to nabê
hemû kurd çawî le toye
her toy hebê serbexoye
derman bêne le hejarî
biman xe ser řêy řizgarî