wełamêk be şemałda

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 1 minutes  713 views
leser nezmî goranîy «mizgênî bê hat behar» bo goranî bêjêkim nûsîwe:
şemał destim dawênit were řoj řojî toye
sermay zistanit řawna, bestełek řenceřoye
ew zistanî nalebar lêman bibuwe îstî’mar
be şořşî newrozî, win bû, kira tar û mar
kurdistanî řengînim, mayey jyan û jînim
le çing serma řizgarbû řizgartirîş deybînim
le kurdistan bigeřê, hełmije bonî gułan
řabsipêre bulbulan ba bîłên leser çiłan
şika piştî îstî’mar, řojyan nema şa û beyar
herçî kurdistan xore zû dekirên be befrî par
ew şořşey ’êraqî her wek şořşî kawe
bo hemû kurdî cîhan mujdey azadîy dawe