peykêk

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 3 minutes  737 views
em nameyem le mosko řa bo seyd kerîmî eywibî mihabadî û, mamosta qenatî kurduyêv û wi’îra naw, ke kiçêkî řûsî řojhełatnase, narduwe:
le awatî hejarêk
ba dirus keyn bałdarêk
bałindêkî řengîn tûk
denûk çûk û êsk sûk
le bîrî wird, le xeyał
lêy binêyn cûtê şabał
bê tirsî çete û goran
gwê nedate baw boran
bifřê bo dinyay azad
bo şarî lînîngirad
lînîngiradî aza
şepoł deda le naza
ew şare pałewane
benawbangî cîhane
le cenga bibuwe lemper
şikandî serî hîtler
řołey aza û serbazî
şêwandî nazî nazî
pîroztir cêy zemîne
cê xebatî lînîne
***
ca ey melî bîrî wird
peytî hejarêkî kurd
baş bigeřê be şara
biřwan be çwar kenara
bifře bew dîw bem dîwa
dendûk teřke le «nîwa»
qesrî qeyser bibîne
xot miř bike le çîne
êsta cêy hejarane
nexanî zordarane
ne cêgey xwênmijane
cêgey xwênimj kujane
ger le cê xew depirsî
mehêne dił metirsî
sê awałim lewê hen
babot bas bikem kêhen
yekê borî řeş tałe
naqoła û bê fesałe
seydêkî gunahbare
be pyadeyî sware
serî piře le pełe
be gêçełe keçełe
xwên şîrin û řûh sûke
zile û be bała çûke
eyubye û kerîme
bin çîney diłxoşîme
dûhemyan mamostaye
çiqas bêjê hêjaye
zanayake hozane
cê hêvîya kurdane
wilo bîr nebey pîre
diłê vî xorte, jîre
licem me piř mezne
řohnya çavên mine
ew kurdêfe qenate
pelhewanê xebate
ewîtir kîje řûse
xawen bîr û binûse
zor cwan û şox û şenge
dił řifêne çelenge
îray lînîngiradî
wêřay hêzî azadî
bo kurdistan dekoşê
bo kurd diłî decoşê
bo wiçanî şewane
cê xewt lay ewane
***
bêje beher sê yaran
ba koł neden çi caran
xełkî sovêt bidwênin
ba komełêk pêk bênin
bo yarîdedanî kurd
giştî le naw benda mird
komełe hen le her der
bo bezeyîy canewer
eger ême beşerîn
yan tîrey canewerîn
bo kes naman parêzê!
boçî nayeyne řêzê!
ew kurdî aza û bekar
jêr çepokey şa û beyar
diłxoşêkyan denewe
derwêkyan lê pikenewe
tozêk çekman bidenê
kesman nawê, be tenê
neyaran detoqênîn
beyaran detopênîn
harter û ayzenhawer
natwanin bibne lemper
binkey şeřyan şiř dekeyn
marî geřyan siř dekeyn
kê hurujmu bo bênê
deyřengênîn be xwênê
peymanî cengî giław
be kurdan dekirê biław
***
melî bîrî hejaran
katî dîdenî yaran
le şeqam û le kołan
dił nedey be kiçołan
karit hate kotayî
bixiwaze mał’awayî
hełbifřewe bê direng
bo lay hejarî diłteng
le diłmaye hêlanet
werewe hejar xanet
ta pêkewe bixiwênîn
her ême pêk demênên