beşî yekem

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 1 minutes  1018 views

lepaş têkçûnî komarî kurdistan, minîş derbeder bûm be şaranewe. tasabûm û wekû kew le fiře çûbûm. nan peydakirdin bo min zor dijwar bû, ebwaye şew û řoj biçewsêmewe le řêy bijîwêkî nemir û nejîda serbarî derbederî û hejarîşim dûçarî leş bebarîyekî zor giran û ḧestem bûm. ca leber hełwedayî beşwên nan û lan û dermana, zor kem perjawmete ser nûsîn û bîrkirdinewe. ewaneş ke nûsîwmin yan le nexoşxane, yan katî wabuwe ke destim le hîç îş û karêk bend nebuwe. naw’axnî em dîwane beşêkî zor lew şî’ranen ke le nêwan sałanî 1948 û 1966 da nûsîwme. behumêdim le helêkî tirîşa ewaney mawin û çap nekirawin, eger temen mewda bida, ewey lemewlawe bitwanim bînûsim çap bikirê û le nawneçê.