pêşekî çapî sêhemîn

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 3 minutes  847 views

em dîwane cige le «ałekokNamed-Entity » û «xeyamNamed-Entity » û «mem û zînNamed-Entity» û naw’axne be bendekanî «şerefnameNamed-Entity» û «hozî gawanNamed-Entity», dekirê bêjim zorbey zorî ew hełbestaney têdaye ke le sałî 1948 y mîladewe gaga behoy řûdawêkî serinciřakêş, yaxo herwa be arezû direng ya zû tak û tera honîwmin û nûsîwminewe.

boyeş witim zorbey zor û nałêm hemû çunke kertêkim lê awekî bûn û bom nelwawe herçîyek be perjubławî le řojname û kowarekanî biławda biław bûnewe, hemûyan beser girmewe. encar behoy kosp û girêy jînî dijwar û nalebar carubare destewarêk kirawne çawgey agir û bûne mişkî. çend biřêkîş ber lirfey lafaw kewtûn û tûn betûn çûn. peř peřêkîş be winciř winciř kirawî bedem řeşebada dirawin û hîçyanim le bîr nemawin. komayekîş herwa mawin û çaweçawin bêne berçaw ta hawzimananî kurdim çawêkyan pêda bixşênin.

bwêjî řût çikareye?

wêjenasan layan waye her bwêjêk le her dewr û zemanêka her řêbazêkî girtibê yan bebê řê řoyştibê, beher awat û nyazêk hełbestî honîbêtewe ew bwêje le mawey jyanî xoyda řimûznêkî dirozin, yan xûxoş û řastigo bê, sifit yan bê tan û po bê, belengaz yan saz û kok bê, bwêr bê yan tirsenok bê. bê ewe xoy aga bika bêguman hełbestekanî awêneyêkî řûnwênî řûdanî jîn û kirdewey aporey řojgarî çerxî xoyetî. bo bełgey řûn basî ebu newasPerson deken:

ew kabraye le seta heştay hełbestî leser mestî û bade û sade û tołazî û nêr û mêbazî û pesnibêjî û fiřhawêjî debřêtewe. bew ḧałeşřa tojerewanî wirya û zît be wirdibînî û be zanyarî ke lêyan kołîwetewe? wek fîlmêkî řengîn û piř wirdekarî nûk û bedîy dab û kirdarî derbarî harûn û emîn derdexa. wêřay eweş jînî ewsay dewłemend û diłmendanî ḧeşamatî hawjyanî û bîr û biřway musułmananî lêk cyay ew dewre dewr ekatewe û be řoşnî şanî eda.