meteł

From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  896 views
le dar û asin û agir şitêkim dî le naw awa
sirewtî nabê řoj û şew, çe xorkewtin, çe xor’awa
le yek pê řadeka bew aweda wek espî piřtawe
be nûkî lutî ew, derya diřawe, hestî biřawe
le awaye û emende tînuwe naw cergî sûtawe
le ser ew tînuwetyeşda, aw geyşte quřgî xinkawe
neřey wek şêre, sed şêr û nehengî beḧir etirsênê
be çalakî wekû baze, keçî bê bazd û hengawe
beser piştya terat ekirê, emende sexte nanexşê
eger tofanî nûḧîş bê lewêda kes netirsawe
le pêşda karwanî bo dehênayn lew peřî dinya
le jêr beḧra be gulle eykujin řêy řastî gîrawe