meteł

From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  1345 views
em metełeman nextêk girane
leqînî ewey wityan asane
zibanzedêkî kurdî petîye
lecêy pasarî em pênc pîtye
herçî enûsîn kurdî petîye
ba pêman biłên petî û petîye
yekem û dûhem leley jimare
le xwar pêpîlke seda binware
werîgêřyewe parçeyî leşte
ke ewet lê biřa, giryane beşte
sêhem bixere naw dû û yekewe
bo cil û řaxer nenge pêkewe
ke serî nebê kunî tê debê
řîsî cołay pê cêbecê ebê
yek û sê biłê ’ezîz bew wiłax
katêkit zanî çû bo ablax
yek û dû û pêncî cergey zistane
legeł peyda bû çile bendane
dûxałî nebêt ênca de’baye
pyawxorî şetî xwarî beẍdaye
kê hełîbênê emcare be xwa
wêney şîrînî sicûqêk exwa