qule řeş

From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  807 views
quleřeşêk bû be pałewanî
kes ney’ewêřa şan bat le şanî
le řojî şeřa biçwaye meydan
tîpêk leşkirî exist bebê gyan
be ser řostemî zała zał ebû
duşmin be ne’rey jînî tał ebû
bełam xûyekî zor bê me’nay bû
lêyan nedaye bo şeř nedeçû
ebwaye çil kes lêy daye ewsa
le paş çil kese qînî heł’esa
řojêk qewmekey duşmin dewrî da
hîçkesî saẍyan nema le dêda
hawaryan bo bird, kewtibû be dema
wityan: hey namerd, wa kesman nema
witî: bê kełke, nekewtûme qîn
meger çil darim pyakêşin be tîn
pîremêrdêkî lê çuwe pêşê
pêy wit: cêy çiley parit eyeşê
kewtewe bîrî par çyan lê kird
xoy gîf kirdewe hesta destubird
destî daye şîr řûy kirde duşmin
řegî zîndegî derkêşa le bin
qul qînî hestê duşmin pest eka
bełam key bokey gobeng xest eka