lay laye bo minał

From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  620 views
gurganeşewê, gurganeşewê
berxe biçkolekem xewî lê bikewê
lûrey toy nawê, lay layey ewê
ełê le małî ême wedûr kewê
***
biçore małî «ebu yabûArabic»
ḧuştirekey bike be twêşû
yabwekey bixere naw çałî gû
xoy lêre derke zû be zû
***
pyawxore zile, pyawxore zile
korpekem legeł daykya dest le mile
miřey toy nawê, hogrî bilbile
hîçit be lûtewe nabê lem gerd û xule
dûrewekewe ta neyandawîte ber gulle
***
řû bikere małî «ebu casimArabic» ekan
yekêkyan bike be kuçkî gwê agirdan
ewî tiryan bixere şîwî kołan
bełkû dest berden le yexeman
***
kemtyarî sim pan, kemtyarî sim pan
řołe şîrînekem nûstuwe le heywan
sipardûme be pêẍember û yezdan
sipardûme be ayetî qur’an
ba ḧeçey to bibřêt le gwêman
***
biçore małî kullexorekan
zimanî bedyan bibře be didan
çawî jinekey kwêrke be bêłekan
beşku be carê bibnewe le kołman
bo xoman bê gêçeł bîn le wiłatî xoman