pendî bałinde

From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 2 minutes  721 views
baxewanêk bû le dêy kostey çem
baxêkî cwanî hêna buwe berhem
herçî mîweyek nawî bîstibû
naştibûy beřîz řêkî xistibû
gułî hênabû le popey çinar
lêy dabû çinar guł bû be behar
bîstuçwar çeşnî tirê lêdabû
řewneqêkî way bew baẍe dabû
eyanut: eme baẍî îreme
biłêy beheşte hêşta her keme
dewrî baẍekey hemû hencîr bû
çeşnî hencîrî şarî ezmîr bû
qele baçkeyek way pê fêr bûbû
beyanyan eyxiward hênd lêy têr bûbû
le dway têr xwardin hełî’eweran
mîwey tirîşî têkřa ejakan
řojêk baxewan tełey bo dana
pêwe bû, qîřey kird le tawana
baxewan hêndey dax le diła bû
çeqoy derhêna û serî biřê zû
qelebaçkeke lêy hate ziban
witî: memkuje laloy baxewan
bew şerte carêk ke ta demênim
îtir dîdarî baẍit nebînim
sê amojgarî waşt bo ekem
yekî gencêk bêt, bê zyad û kem
yekem ew şitey kewa meḧałe
şwênî mekewe řenicit betałe
dûhem xem mexo ke mał lekîs çû
’umrîşt eřwa xem ebê be dû
sêhem be diroy kes tefre mexo
be şwên kirdewey ḧeramda meço
baxewan emey wa çû be diła
çû berełłay kird le dawî çiła
qel fiřî û çuwe ser liqî darê
ke kes netwanê bîxate xwarê
řûy kirde kabray baxewan witî:
daxekem bo to ke bê qismetî
min gewherêkim le naw ziga bû
bitfiroştaye be milwên eçû
baẍewan witî: were aşna be
lem baẍey minda ser bereła be
qel be pêkenîn witî: min êsta
pendim day keçî lelat newesta
min nemut: be şwên meḧała meço?
carêkî tir min çon dême lay to!
witim: xem mexo ke mał lekîs çû
ebînim řengit hełbizřika zû
witim be diro baweřit nebê
le zikî qelda gewher çon ebê
«emane pendî pêşûnyane
ke be zimanî mel witûyane»
«hersê pendeke zor behadarin
lecêy xoyana gelêk bekarin»