xeyał piław

From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 3 minutes  1173 views
’abdêk kuncî mizgewtêkî girt
be şew û be řoj ’îbadetî kird
beqałêkîş bû, dirawsêy mizgewt
car be car çawî be ’abid ekewt
witî: em pyawe kasbî naka
çaweřêy xêre bo min wa çake
be xêrî mirdûm hemû êwaran
hengiwînî bemê legeł dû sê nan
bełkû têr bixiwa û bibujêtewe
agirî birsyetî bikujêtewe
be diłêkî têr, bo şewniwêj hełsê
be do’ay ew xełk le xem biřexsê
bew nîyetewe le řêy xwada
nan û hengiwînî be ’abid eda
çend řojêk ’abid nefsî xoy têr kird
kûpełey hêna û paşekewtî kird
nanî wişkî xward hengiwînî hełgirt
zorî pê neçû kûpełey piř kird
řojêkyan řwanî wa kasey piř bû
nefsî ẍalb bû temay lê xiř bû
kûpe hengiwînî le taqa dana
boy kewte xeyał çawî xoy lêk na
witî: êsta em hengiwîne cwane
de řûpyem benê hêşta herzane
wa çake emřo bîbem bîfroşim
bîdem be meřî şîrîy bîdoşim
sałî ayende meř ebin be dwan
zawwizê eken bom ebin be řan
řon û xurîyan ekem be pare
eydem be mułkî xurge û awbare
mułk le dest aẍa û begzade ebiřim
mułkî melîke xeyałîş ekiřim
muhendis dênim le ewrupawe
be ser girdekey lay kanî bawe
koşkêk řakêşim xewer neqdarî
nawî xom enêm şay kurdewarî
xeyał bê û bor bê, zor bê ba xam bê
pyawî xeyałbaz ebê nakam bê
bay dayewe ser xeyałî hengiwîn
xoy birde řêzî şay xawen nigîn
nardî kiçî şay ’ecemî hêna
nedî û bidî bû axrî nehêna
ḧazir û bizir kuřêkî lê bû
bo cênşînî umêdî pê bû
kuřeke řojêk le řûya westa
cinêwî pêda, qînî lêy hesta
darêkî lêda be dem darewe
hengiwîn be řîşya hate xwarewe
tumez darekey kewt le kûpełe
hengiwînekey bû be diłupey pełe
be qałbêk sabûn řîş pa buwewe
hengiwîn û xeyał lêk cya buwewe
êwarey lê hat be sikî birsî
le şewniwêjekey pêşûy nepirsî
koşk û jinekey kewtewe bîrî
emca neyzanî bo kamyan bigrî
be na’umêdî le nwêjî lada
bew bengubawe xemî be ba da
be şwên xeyała kewte beng kêşî
şahî le dest çû kewte derwêşî
pê hełxizêne weswesey îblîs
řîşî tema’kar be qingî muflîs