çawbirsî

From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 2 minutes  487 views
řojêk ’arebîkî cibûr
ehatewe le řêgey dûr
geyşte lay qesrî şîrîn
le mêrẍuzarêkî şîrîn
dabezî qawełtî ekird
hegbey leser ḧuştir dagirt
nan û hêlke û goştî tya bû
ke řwanî kuřêk peyda bû
siławî kird le lay danîşt
kabra girj bû liçî dahêşt
serî şoř kird nanî exward
kuřeş her parûy ejmard
’areb pirsî: to kwênderît?
wa le şerim û ḧeya berît
witî: bêgane nîm yarim
emsał lay êwe cûtyarim
emca witî: eşlun alḧalArabic
çonin çakin mał û minał?
kuře witî: be keyfî ton
şukur hemû be řengubon
witî: «ximîّsî» kuřim
deşt û kêw bo ew ebiřim
witî: «alḧimd lilhArabic» tewawe
pêgeyştuwe û be şerit pyawe
witî: daykî çone, saẍe
witî: çake û bedemaẍe
witî: maynêkî çakim bû
witî cwanû maynêkî bû
witî: tancye zerdim mawe?
witî: hemîşe le řawe
kabra le xoşyana wek har
demî bo parû kird be çwar
tîkey zilî be yekada
hîç beşî kuřey lê neda
ewî le berî mayewe
naye hegbe û pêçayewe
kuře êcgarî ḧepesa
diłî têkeł hat le birsa
lew kateda askêk řabûrd
kabray ’areb seyrî ekird
kuř witî: tif lem dinyaye
êste tancye zerd bimaye
ney’ehêşt em aske biřwa
’areb pirsî: çî lê qewma?
kuře witî: řoḧî sipard
goştî mayneketî zor xward
witî: ey maynekem çî bû?
witî: fêy lê hat û şêt bû
leqey le kuřeket dabû
kuře gyanî tya nemabû
polîs hatin maynyan kuşt
xeberî řastîm naye mişt
zaten jineket nema bû
xanûy be serda řûxa bû
’areb be giryan boy derçû
nan û hêlkey hemû bîr çû
kuře mîratî pê biřa
ewendey xward heta piçřa
řołe amojgarît wabê
wextî nan, xełkit le la bê
be řûxoşî biłê: fermûn
bewe xełk lêt ebê memnûn
çawîş mebřere nanî kes
ewî xwa dawye bîxo û bes
seyrî bexîl çî lê qewma
bo kuřey çawbirsîş nema