dûbare «şî’rî nuxşey taze şa’îr»

From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 2 minutes  442 views
xo hełbestî em dewre
le cêy xwêndin û dewre
cinokeman le dewre
«bisim alilhArabic» keyn be dewre
dewrîyek piławî çewre
wek kotir kewte dewre
eçît bo pyawî gewre
asmanî ême hewre
yekê bû, yekê nebû
lew dwane ewey neçû
kerêkî bê gwêçke bû
bo xoy bo kêşe eçû
kere le dest xoy eçû
îtir le nawa gum bû
keçî ewey ke nebû
kerekey firuştibû
kerî xistibuwe heřac
firoştî bê xerc û bac
gonîye şiřêkî bê naw
çeqoyekî dem şikaw
hemûy kiřî û çû bo řaw
leser serçawey seraw
herwa eyřiwanîye naw aw
be sîḧrî mela xinkaw
wek awêney eskender
řwanî lewdîw tarîder
wa çêrgêk nîştotewe
řûbeřûy milekewe
fîşekî naye tifeng
hawîştî bê nałe û deng
neygeyştê û çêrgî kuşt
xoy kewt leser gazî pişt
gonîye şiřî hełsûřan
çêrgî şil şil têçespan
birdye małewe lêy na
le naw dîzey bê bina
le kułanêkî kema
goştî řoyşit, awî ma
hênde swêr û çewr bûbû
be řîşyewe meyî bû
ewey ke neybestibû
çewrî lêwî bestibû
seg hat řîşî listewe
segî girt be destewe
ke kêşay be zewya
sed top bilûrî řya
xawen seg û simêł çewr
le yek kewtine şeře tewr
heryeke bo xoy ebird
ewan beşyan ne’ekird
lewela qołçî temwîn
hat û têy xuřîn beqîn
witî eme qaçaẍe
le qaçaẍ cergiman daẍe
le dest ewanî wergirt
be bê qiře beşyan kird
boye pirsîn nemawe
ke wa beşkirdin bawe
em heraye û gerdişe
hî eweye bê beşe