gałtey beřast

le çîrokêkî melay mezbûrewe wergîrawe
From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 2 minutes  605 views
xidir bû pyawî ḧesen efendî
kes pêy ne’ewt «kerit be çendî»
kwêxa derga bû cêy xwacanşîn
ferencî poş bû zistan û hawîn
řenicberî malîk řojêk nexoş kewt
naçar ew řoje bêgarî berkewt
pênc kerî ebird bo dêy kełekin
ke leser xerman kay bo dabgirin
leřê xoy swarî yekêkyan bûbû
ke eyjimardin her çwaryan mabû
witî: ay xo min, pênc kerim pê bû!!
wa çwaryan dyare ewî tir kwê çû?
řwanî bo dwawe, hîç dyar nebû
geřayewe lay keran zû be zû
ke temaşay kird pênc ker tewawe
lem fen û fêłe serî suř mawe
zor mandû bûbû dîsan swar buwewe
le berewjêre serewxiwar buwewe
dîsan ke řwanî ker çwaryan mawe
girya witî: min çîm lê qewmawe
xoy xiste xwarê be du’a û niza
epařayewe le baregay xwa
du’ay gîra bû řwanî ker pênce
řizgarî bûbû lem derd û řence
îtir neytiwanî biřwat be pêyan
xoy hełdaye ser kerêkî tiryan
dûbare bezmî lê hatewe dî
witî: emcare kere gurg xwardî
herwa lêy xuřî geyye nîweřê
berew pîrî hat xiley kwêxadê
bangî kird: kwêxa le dewrit geřêm
le kwê xwa wa toy hênaye ser řêm
emřo cinoke gałtem pê eken
carê kerêkim edzin û eyben
witî: xidir aẍa çend kerit pê bû?
çendeyan mawin û çendit lekîs çû?
witî: pênc kerim hênabû le şar
ke eyjimêrim hatote ser çwar
kwêxa têgeyşit ke gunî û gîzer
lêk nakatewe kabray quř beser
ew kerey kewa xoy swarî buwe
çunke naybînê le bîrî çuwe
witî: dabeze hey bendey bê ẍeş
pêncî bo jimard xoşî kird be şeş