bo «mewlûdî pêẍember» witûyetî

From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 2 minutes  1528 views
pêẍemberekey xoşewîstî xwa
xatemî, «nibî»t nehatuwe le dwa
zor pêẍember hat berudwa têkřa
xatemî xatem be hîç kes nebřa
ber lewey adem kewa sefî bû
to mustefa bûy; bełam xefî bû
mayey xîlqetî eflak «lulak» e
be «elim nişirḧArabic» sedrî to pake
«walziḧîArabic» swêndî piř nûrî řûte
«wallîlArabic» bo tuřřey sewadî mûte
nêrgiz «ma zaẍ albisirArabic» cwanî kird
sûrmey tûr çawî to herzanî kird
mang be pencey to dûkerit û şeq bû
«perwêzxusrewî perwêz» be namey to cêy pê leq bû
bûmelerzey to kewte dinyawe
lewsawe gulî «sawe» hestawe
«sibḧan alzî esrîArabic» serate
«qab qusînArabic» yiş «ednîArabic» cêgate
sûrey «walincimArabic» t edrewşêtewe
gułî ayînit egeşêtewe
«ena fitḧinaArabic» t tuřřey beydaẍe
ayey «mizmilArabic» keway şîrdaẍe
xwa siławatî le dîdarit da
ew nûrey dyare le dîdarit da
to nebûytaye be agirî nemrûd
nesłî îbrahîm nedebû mewcûd
ew îbrahîmey to newey ewî
le kurdistanda derkewt birewî
bapîre gewret fexrî kurdane
mełbendî ewe em cê û mekane
toxwa her leber diłî îbrahîm
derdiman dewa ke, ke hertoy ḧekîm
to û em řojey toy tya hatye dinya
çarman ke hîway be toye tenya
herwek «riḧimة lil’almînArabic» y
dyare tenganey êmeş ebînî
to xot ezanî ke kurd dîndarin
be aynî to selabetdarin
xoman be ehlî îman enasîn
keçî keçřewîn boye kesasîn
ke to le lay xwa xatirit egîrê
wabke nîfaqman le naw hełgîrê
ewsa ebînî çe ummetêkîn
leřêy xizmetî ayînda yekîn