xwanasî

From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 2 minutes  760 views
eger xwat nasî bipařêrewe
be zimanî xot bilałêrewe
xway gewre û bizurg padşay bê nyaz
bê hawbeş, bê kes, bê şwên, bê hamřaz
têgeyştinit damê têt bigem
pêm lê na her toy bê zyad û kem
çawim hełbiřî asmanim dî
witim: bê westa nehatote dî
eger kirdewey bêgane bwaye
xo eşya bê sitûn řanewestaye
dyare her çerxêk pyaw dirustî ka
katêkit zanî swa û têk şika
çerxî makîney em řoj û şewe
bê hełm û benzîn esûřêtewe
çewrî pê nawê hîç jeng nagrê
lêk hełnaweşê, destî tê nabrê
her lew řojewe ke têk xirawe
hêşta ceřêkî lê neswawe
her bew pêwane ke bot danawe
wa dêt û deçê hîç neswawe
bê guře û biře, bê çirpe û bê deng
têkřa le karan yek řeng, yek aheng
to nebûytaye çon têk exra
emane le kwê pêkewe enra?
çon çerxî gerdûn bê destî westa
le karda ebû hetaku êsta
aş bê aş westa nasûřêtewe
ga bê hoy cûtyar nageřêtewe
sed hezar hezar estêrenasan
ewdîw xîwetyan nedî be asan
minîş egeřêm ke to binasim
natdozmewe kwêr û kesasim
çawêkim berê toy pê bibînim
«ernîArabic» bêjnîm kirduwe bîbînim
destim pê girtuwe şermendem meke
bo bexşîn gunahî zor û kem yeke
her kirdeweyek le min řûydawe
le pêş kirdinda lay to nûsrawe
ke lew texteyey lay to nûsrabê
kê řêy dekewê biłî: wa nabê!