dîsan «nałey pîrî pîran»

From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 2 minutes  542 views
xwaye be ’eqił řêm pê nebirdî
pîrêjnane biřwam pê kirdî
dway ewey zanîm ke wa to xway
bo bêkes kesî, bo damaw penay
îtir zor wirdî naxwênmewe
gurîsî ḧîkmet nahonmewe
çunke pêẍember ’eqłî kullî bû
le to nasînda ’eqłî kulî bû
«قەابە qewْseyْnî ئەەûْ ئەەدْneyٰ ledeyْkArabic»
fermûy: «اە ewḧْsîy سەنەائً ’eleyْkArabic»
namewê kunhî zatit bizanim
le gewreytida mat û ḧeyranim
bełam emewê be sozêkî ’eşq
xoşewîstî tom bibêt be sermeşq
sermeşqî ’eşqî penhanî wa bê
kes pêm nezanê û tom le diła bê
ew sengiteraşey le kêwî tûr bû
be ’eşqî towe le ’alem dûr bû
eyut: to were lam be mîwanî
eçû le lay şwan şîrî ehanî
şukur min nałêm wek min newsinî
eyzanim da’îm mîwanî minî
ye’nî ḧazrî hemîşe le lam
bełam min bo news le to tewellam
tuxwa to herçend ke «lamkanArabic» y
ke bo xaney dił teşrîfit hanî
fermû herkesî tyaye ba hestê
nenge lay aẍa noker bwestê
«ayza جەائە alْḧeq zeheqe alْبەاتیلArabic»
zaxawî diłî pê ebê ḧasił
ew zewqey nûrî me’rîfet eyda
gencî řûy zemîn pêy nabê peyda
ya xwa be badey ’eşqit serxoş bim
ta eçme jêr xak mest û medhoş bim
min ke le zewqî dinya musteẍnîm
îtir be lîqay meylî to ejîm
kes le qapî to, na’umîd nabê
ba em dawayey minîş řewa bê