goranî «danîştibûyn legeł yar»

From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 2 minutes  561 views
danîştibûyn legeł yar
be tîley çawî bîmar
şwên diłim kewtim naçar
zorî lê pařamewe
kewtim û hełnestamewe
îxtyarî bê îxtyar
înca hate serînim
gyan geybuwe berbînim
řûnak bû der û dîwar
mang be ketan řazabû
dû nar le nûr saza bû
nûrî «turArabic» lay tîre û tar
hate giftugoy yarî
ḧełway gezo ebarî
ałtir le peřey gułnar
ax nazanin dił çone
agir berbuwe kay kone
xom xiste ber pêy diłdar
be dû zułfî wek zincîr
pêkenî witî: ey pîr
wek cwanêkî bextyar
pêm wit: pîrî azad bûm
bend nebûm, bend guşad bûm
wa bo to hatme jêr bar
fermûy: ew řojey yezdan
ewsa bûyn be binawan
ême pyaw exeyne kar
newey perîn le pêşîn
bo lêqewmawan xwêşîn
hem ẍemxiwarîn, hem diłdar
ger ême nebûynaye
keçî lay êwe waye
xudpesind û dił’azar
ême ḧez le şeř nakeyn
netewey baş peyda keyn
be xwêndin debîn řizgar
ew mijdeye lew deme
çûme řîzyan ew deme
weten ekeyn be gułzar
min sermest û ew huşyar
diłmî fiřand be yekcar
awřêkî lê damewe
têkyewe pêçamewe
çawî kewt be lerzînim
yexey lada bîbînim
dû dugmey tirazabû
bała destî «bîva» bû
be şîrînî guftarî
êcgar lêwî xałdarî
le birûskey ser gone
kewtime mele wek sone
pêm bestirabû wek nêçîr
wa toyşim hênaye gîr
qelenderî diłşad bûm
qehremanî dêwzad bûm
êmey hênaye meydan
bo serperiştî mêrdan
řegî dił řa’ekêşîn
barî ẍemtan ekêşîn
pyaw çon ehate kaye
cîhan her êwey tyaye
be hîway xwêndin û çakeyn
wêraneman awa keyn
lam henasey miryeme
xwa yar bê em serdeme