be nawî «şêx ebulwefay kurdî» yewe witûyetî

From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  587 views
hênd le dûrî to bekuł dîdeyî xwênbar girya
berdî řeq şeq bû, teqey hat û be hawar girya
asmanîş le şefeq giryeyî xwênînî hełřişit
hênd beser řojî řeşmida ke şewî tar girya
şewî dûrît ke ecelim hate ser û neykuştim
ta beyanî ewîş bo cesteyî bîmar girya
hewr be ser baẍî gułî bextî mina têdepeřî
bezeyî hatewe wa wişke, benaçar girya
řêze danî to, şewêk hate xeyałî min boye
çaw be firmêskî wekû gewherî şehwar girya
xîtteyî mîsrî muḧebbet ke be wefa awaye
çawî min çaweyî nîle, wekû cobar girya
diłî bêçare le dest cewr û cefay mahřiwan
qebrî derwêşî dî wek golî zirêbar girya
ke nema nûrî «neqşibendî» le naw hewramana
pîrî hawarî leser lûtkeyî «hawar» girya
«qeredaẍ» êke ẍemî dił be xerapî qeredaẍ
ke bo «tîmar» y birîndarî ke tîmar girya
em hemû derde girane ke le dest yar kêşam
nałeyêkim nebû bo wefa ke wextê yar girya