tweklî nebû emsał ewende xoł barî

From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  447 views
pîremêrd em hełbestey xwarewey bo cemîl sidqî zehawî wituwe le sałî 1937da:
tweklî nebû emsał ewende xoł barî
te’amlî nebû hewr ekewte girye û zarî
felek bû xakî ebêjayewe be sermana
melek bû ke çawî deyeşa wa le giryana
be bay zehawe beharan ke hewrî řeş egrî
be şînî bilbile giryanî şewnim û hewrî
huzarî gułşenî em xake pake bû tak bû
fezay edeb be çiray şî’rekanî řûnak bû
be bałî şî’ir û edeb şahbazêkî mî’rac bû
şehî serîrî edeb felsefeyşî sertac bû
îtir nemawe umêdim le darî dinyada
bigate řîzî sidqî kes le şarî «zuraşarî beẍda» da
be misre’êke, demî merg û tercimey ḧałman
kisuf řoje «zihabArabic»y zehawî lay ’alman