bo «şêx miḧemedî xał» y wituwe

From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 2 minutes  540 views
şêxî řewşen xał, çiray newey xał
be ḧukmî qeza, qazî çemçemał
tenha bo ewe çûy bûy be qazî
pêt biłên: xuda û bendet lê řazî!
egîna payet bê payan berz bû
xizmetit leser estoman ferz bû
ewsa baregay xudat be dest bû
her to derbest bûy, keçî derbest bû
wîstit xizmetit bo ’alem ’am bê
ya xwa «etqiwaArabic» le to nakam bê
dyare eyzanî řojê bayzîd
xerqekey terk kird bo «hil min mizîdArabic»
çû ew agire bikujênêtewe
îslamî le dem bisênêtewe
welekêk tûłêk eda le řanî
xerqey fiřê da le kizey janî
be azarêkî hetîwe řûtê
witî: teř û wişk têkřa bisûtê
min qazêtî tom lela xoş nebû
dwayî be şitê ew fikirem têkçû
bîstûme řojêk pêş cejnî qurban
řuwew şareket çûbûy bo geřan
tûşî şexsêk bûy le ehlî ’îlim
be xidrî zîndet dabuwe qełem
to xot, ’erefat, le ’erefat bûy
mestî tecellay zat û sifat bûy
celal û cemal nîgay aware
’eksî kirdote şûşey seyyare
tecellay xot bû be ẍeyrit zanî
eme siřřêke le ’am nîhanî
yaxud be qewlî gałtey dirozin
kerekey xotit lê buwe řimûzin
bełê ew şexse ke hat řûbeřû
leser kanîyekey, xidrî zînde bû
le kertiřêne desniwêjî neşka
kertiřênêk bû le şêwe wişka
le xwam ewê to herwa nîkbîn bî
mijde wergirî «ruḧ alamînArabic» bî
be feyzî řoḧî bapîr «emîn»
gułdestey baẍçey jyan û jîn bî