felsefey kurd

From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 2 minutes  637 views
her emut: xozge dinyam bidyaye
gileyî xełqim lê biprisyaye
bimutaye: boç gileyî eken?!
boç wa cinêwî sûkit pê eden
řojêk be tenha le małewe bûm
wenewzim eda xerîk bûm binûm
le piř teřpîrêk be ał û wała
tenya û serbexo xoy kird be mała
be larulence hat be lamewe
bêperwa danîşt be aramewe
witî: arezûy minit kirduwe?
xełk nawî minyan be sûk birduwe
eweş ezanim, to minit nawê
xot qemter ekey be nan û awê
leber eweye kewa hatme lat
ewa xom hêna bo to be xełat
min ew sêberem dwam kewî eřom
řûm lê wergêřî min le şwênî tom
lewsawe ke xwa minî danawe
morî kiçênîm hêşta neşkawe
ewî nêr pyawe minî la sûke
ewî eyewêm řast nêremûke
xwa pyawî be min taqî kirdewe
bo miḧekî pyaw bûm be kirdewe
ewî ke carêk girtime baweşim
dîn û wîjdanî kird be pêşkeşim
bebê îxtyar teslîmî min bû
ke emlam daye, ewlay le bîr çû
her min bom têkird, ew têrî nexward
dwayîş becêy hêşt be henasey sard
jinekey birdî bo mêrdî taze
witî ba bore bête cêy baze
xełk em eḧwałey wa le pêş çawe
keçî hêştaku bo min sûtawe
hênde şîrînim şaney hengiwênim
pêy ’aşiq wek mêş pêka elkênim