naxoşe lay

From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  444 views
naxoşe lay be çawî teřim seyrî ew ekem
min teř leber hetawî řûda bo xom hełdexem
çawim řwa, berêkî le lîmoy berok nedî
bêxî le awe wişk nebê berî dwayî dête dî
xû û řût eger le yek eçûn min baẍewan ebûm
çî bikem legeł guła ezelî hatuwe diřkî şûm
lêwit be giftugo şekire û, řûmetit gułe
lew dwane guł beşekirim ewê quwetî diłe
’eşq û cwanî leser min û toda ke kewte řû
min bextî tom xewm nîye, toyş bextî min binû