be nawî «taze dêwane» ewe

le 24y kanunî yekemî sałî 1940da witûyetî
From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  539 views
kewtime naw şêtan, kewtime naw şêtan
ser’azad wêney şêtan û wêtan
xudpesind nîye bêzarim lêtan
hîç hîwayekim nemawe pêtan
be şêtî le des êwe bûm řizgar
***
çend xoşe şêtîy, esto berełła
dûr le nakes û le şeř û hełła
be ziban dost û dujmin le diła
bo yektir xistin le gerd û xoła
nizîk bê nizîk be řenc û azar
***
çend xoşe seḧray şêtî şwênit bê
berd serînit bê, long nwênit bê
le şeřeşeq û şeřecwênit bê
ne tirs û kînet le hawxiwênit bê
ne nezan hamřaz, ne bêgane yar
***
her şwênêk xoş bê, be řoj lewê bî
xoşt nezanî be řoj le kwê bî
zemzemey zikirî ’erşî le gwê bî
le řeḧman nizîk, le şeytan cwê bî
bo řêgay ewla sełit û sebukbar