řendî qelenderî

From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  665 views
pêy witim: pîrî, le cwanit çî? witim: laço, nemam
bêt û neybestî be darî pîrewe eşkêt nemam
dwênê be tobeyek qedeḧêkim şikand
emřo be xwênî ew qedeḧe tobekem şikand
ełên: sałêk dwangize mange
min mangim dî çwarde sałe
filan cê qox û qeysî û nar û hengiwîn û tirêy başe
bełam bêne nimûney pyaw le darî gwêzêk dataşe
min çûme ḧec, bełam ewe ḧecî tewaw eka
ke lêre zyaretî «kułbe» y diłişkaw eka
xozge wiłat wa awa ekira
ke le «şeme» da cum’e ekira