pendekanî pêşunyan

From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 4 minutes  1235 views
pyawî ḧeramxor wek kełeşêre
layek bang eda û be çîneş fêre
pyawî tema’kar her ełê: bîde
ker be co bimrê ewsa şehîde
***
suḧbetî nadan tał řabwardine
le dway ker řoyn ters bon kirdine
meyełn nefam dengî derbênê
segî hełeweř diztan bo dênê
***
emřo bekełke to be dost derçî
paş lêzmew baran kepeng boçî
şêx ełê: agam le ’erş û qurşe
kêt dîwe be doy xoy biłê tirşe?
***
ke min be řencî şanî xom bijîm
serî serdaran be řîşî ze’îm
le załim çake naweşêtewe
gya leser bincî xoy eřwêtewe
***
be swêndî diro xom naxeme daw
tarîke şew û gełałî le naw
girêy dest bo dan mehêłerewe
şeř beşî aştî tya bêłerewe
***
zordar ke zanî miskîn bêhêze
pêy ełê: segbab, gałit - wegwêze!
min piławxorim be do têr nabim
min espiswarim be ker fêr nabim
***
qet tuxnî pyawî serçewt mekewe
be dest qerz bide û be pê dûy - kewe
dûgwê û zibanêk dirawe be to
dû bibye û yekêk biłê leserxo
***
agirî dirozin satêk egřê
beře her le lay tenkî edřê
le pirdî namerd mepeřerewe
cerde řûtit ka ba lew berewe
***
dujminî nawxo řeg derdekêşê
dar pwazî le xoy nebê naqłîşê
le hemû hewrêk baran nabarê
řaz kewte zarê, řast kewte şarê
***
wa damenîşe temeł û betał
ta negrî memk naden be minał
madam ke xotan xiste kayewe
nîweşeř, şeře, çî tya mayewe?
***
tif le berî dest, qwet le yezdan
guř bibestinewe baz den be asan
xo hełdene ser beranî sipî
katêktan zanî pêtan tê çespî
***
xełke min bo xwa wa pêtan ełêm
eme wesyete wa min leser řêm
eger emcare lêk bipsênewe
îtir ta demirin naḧesênewe
***
ta lebeyna bê em şeřecwêne
axrî ebête çiłkawî swêne
şeř bê û nîweşeř hatne kayewe
nîweşeř, şeře, çî tya mayewe?
***
dêy fire kwêxa miskîn helnagrê
tiřekełekê dyare ser nagrê
ke hat syaset kewte naw jinan
ebê des bikeyn be quřeřeş pêwan
***
zor guřtan best û bazêktan neda
boye baweřtan pê nakeyn be xwa
herçende heřo xoştan têy degen
werin ya heřo ya meřoy lê biken
***
wek şêrî bêşe gerd û xoł dekeyn
keçî le dengî dehoł sił dekeyn
haka hełpiçřa em gîr û bende
her kese ’eqłî xoy la pesende
***
řa meke le dway karî piřupûç
heł exlîskêy lepiř lingewqûç
ewey be çakey xoy xoşyan ewê
destigîrî zore eger bişkewê
***
ewey exwênê û eyhênête kar
ebê be çira bo řûnakî şar
hendêkî waş hen çirawekujênin
cûte ehawin kase eřjênin
***
berçaw û pîław herdûkyan teng bê
ebê pêy dił û pêy řoyn leng bê
nawecax bêne bîxere ser kar
le pêşda biray xoy eda le dar
***
gwêy řastit sûk bê bo çake bîstin
gwêy çepit keř bê le fît hełbestin
qisey çak zeḧmet egate cêy xoy
watey bed zor kes posteçîye boy
***
paşekewtî co be kem mejmêre
xwardinî çwarpê û dûpêye lêre
dûpê be çwarpê ełê řû beřû
nuxşe bê le to nuxşeman derçû
***
çwarpê le dûpêy bedxû çaktire
be co hełdeka û diłî paktire
yekê be diro, yekê çaweřaw
yekê be aẍam paşam hate naw
***
madem dinyaye û emaney tyaye
pyawî dinyayî le birewdaye
ke qeleřeşman řênîşander bê
ebê gewreman her derbeder bê
***
eme dû care ekewîne çał
zerer debînîn be mał û minał
hêşta pyawî çak lêk nakeynewe
girew le pyawî bed nabeynewe
***
bawejin çepok neda le hetîw
hergîz fêr nabê řêy em dîw ew dîw
mûr ta neytaşî nabêt be texte
bê tecrube xam nabê be puxte
***
xoy pêwa witî: bała şeş gezim
seyrim ken ezim wa hełdebezim
ke hajey terzey lepiř hate gwê
bo kun egeřa ke xoy têkutê