řojî beharê demî xorhełat

řencî bê ber
From the Book:
Dîwanî Exol
By:
Akhol (1911-1988)
 2 minutes  463 views
řojî beharê demî xorhełat
xeyał birdimî wiłatewwiłat
lebin kêwêka le pena berdê
kêwî zemane nek berdî herdê
lejêr twêjałî dwa befrî zistan
ke zêřîn ebê be xorî beyan
dîm çûzereyek wek nemamî dar
le zistan derçû, geyîw be behar
le kone cêgey gełay werîwî
dû gopkey taze lem dîw lew dîwî
lewlawe leser berdêkî beriztir
bêçuwe bulbulêk hat be fiřefiř
nîştewe leser ew çiłe dare
ke neřengî guł ne gełay dyare
paş nextî xwêndin řoyî bo dwa řoj
hatewe lay çił wek sofî bo nwêj
řoj bû be hefte, hefte bû be çwar
bêçû bêwçan eyxiwênd leser dar
ta dar gełay kird xunçey da dyarî
way lêhat bilbil bixate zarî
xunçe geşawe şewnim leser zar
wek lêwî dulber biř neş’e û awdar
keçî le nakaw xałoy řêbwarê
nûştawe beser gałoke xwarê
çawî kewt be guł lenaw çen çiła
şîrînîy gułî çespî be diła
bê lêkdanewe le çiłî piçřan
be gałokewe kewtewe řêwban
paş tozê sîs bû hełî piçirkan
kizeba peřî le diřkêk ałan
gyane min bulbul toş gułxunçe bûy
şay newcewanî û lar û lence bûy
perwerdem kirdî lenaw lankî dił
laylayem kirdî be sozey bekuł
be firmêskî sûr be şew bêdarî
lelay to fêr bûm dersî diłdarî
keçî çerxî çepe toy lê firanim
řenceřoy kirdim małî wêranim
wa legeł bulbul yek deng û awat
ew egrî bo guł minîş bo wiłat