be yadî kon

From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  673 views
dił birîndar bê newek nasorî tîrî tane bê
sîneçakî çake bo tîrî mujey nîşane bê
’eşq ke kewte kellewe, her řêyek bigrê řêy ewe
yek syaqe ḧeqperistî, ke’be ya bitxane bê
xwaperistî batnêkî pak û bêgerdî ewê
«sibḧetezbîḧ» tewqî zahde, sedcar eger sed dane bê
bo swadî tarî tuřřey zułfî cwanan kaşkî
yek leser yek zamî dił twê twê bî wêney şane bê
pêkenînî dulberan miqdarî ’îsmet kem eka
lêwî ẍunçe her ewende nazke ta wa nebê
xałekanit dane danen, çawekem! çawî minîş
ba biłên çaw lew eka firmêskekey ba dane bê
xwa řeqîb awareka satêk le pêş çawim nebê
xoşe lam ew ta nebê, takey le çawma tane bê?