dîm paç lê eda kabray kirêkar

From the Book:
Dîwanî Exol
By:
Akhol (1911-1988)
 1 minutes  425 views
dîm paç lê eda kabray kirêkar
le cêyek dayk û sê kurpey nazdar
le birsa mirdû xom dîm ke nêjran
êstaş bo payey heywan û telar
***
xwaye le nebû bo hênatme bûn
wekû hênamit bo kirdimit zebûn
ey be zebûnî manim ta ser bo?
bo nambeytewe aramgay nebûn?
***
saqî meweste zû zû bom bêne
bo cam û dû cam diłim meşkêne
heta etwanî nextê xêratir
řîşey hoşyarîm lebin derbêne
***
saqî bom têke û bom têkerewe
jeng û xemî dił bitwênerewe
tiruskey řastî bixe çawanim
demaẍî mirdûm zîndû kerewe
***
saqî be dewrî serta xulem bêt
hêndem bo têke bikewme ber pêt
to le alamî dinyam bederke...?
ba her biłên exolPen name şête şêt
***
zor wirdibûmewe bîrim kird zyatir
nemdî le dinya cêga wêrantir
le mezadxaney çerxî çepgerda
nembînî le merg şitêk herzantir