taqtaqkere

le sałî 1945da be nawî «bê naw»ewe biławî kirdotewe
From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  779 views
taqtaqkerekey ser darî kanî
boç enałênî heta beyanî
hîçkes natwanê ta řoj binałê
meger ’aşiqî sewdayî xałê
ewa min dyare bo yar enałim
to peycorî kêy? hawar be małim
min gencî şadîm cerdeyek birdî
to çît lê qewma? kê way lê kirdî?
min řuxsarêkî wêney şemim dî
derdî perwanem lê hatote dî
nałey min le şewq ew řuxsareye
ahim le dûrî ew dîdareye
to kê derûnî wa hełqirçandûy
kam befir wa bem derdey geyandûy
min sûtawî ew şu’le û ew nûrem
dêwaney cezbey ew kêwî tûrem
mûsa «ernîArabic» y wit kewte tika
be «lin tiranîArabic» abřûy tika
minîş temenay dîdarim ekird
le cyatî dîdar em ’eşqem wergirt
dyare min û to herdû hamferdîn
herdûkman wek yek tûşî yek derdîn
were herdûkman nałeman yek xeyn
bełkû bem ’eşqe nîştiman serxeyn