gyane besyetî

le sałî 1944da be nawî «bê naw» ewe biławî kirdotewe
From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 2 minutes  934 views
pîremêrd çend mîsre’êkî ew hełbestey le hełbestêkî «welî dêwane»we wergirtuwe.
gyane besyetî, gyane besyetî
tuxwa besyetî, derd û meynetî
her hênde debê tûşî û negbetî
qinyatim tenha jarawî petî
le neḧsî çare û bextî gumřahim
’alem bêzare le nałe û ahim
ecel qulapî gîr kird le cergim
nîşanim eda nîşaney mergim
ewa henasem kewte jimare
hêndem nemawe wa emirim dyare
tuxwa wesyetim emeye le lat
be yadî ’eşqî bendey can fîdat
katê koçim kird bo hewargey no
awam kirdewe menziłgay gułko
ewsa dyar nabim leber dergaket
çoł ebê le min saye û penaket
bizane hey leyl qeysit mirduwe
ḧesretî řûy toy bo xak birduwe
min lewê tenha pejarey tome
çe bakî çołî û sardî giłkome
toş sa bê bak be le taney eẍyar
were ser qebirim bom bigrî carcar
biřwane qebrêk le qebran take
berdî wek xełûz xakî nimnake
ewe şerarey qirçey taseme
tepe dûkełî şwên henaseme
fîdat bim gyane, min daẍbirdey tom
tuxwa danîşe kemêk le giłkom
tozêk bom bigrî gwêm le dengite
legeł firîştey mina cengite
diłopê firmêsk le çawit tika
bew firmêskey to xwa ’efum eka
toş wefadarî legeł cwanî
bot ebê be naw fexrî cîhanî