kay kon

From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  615 views
le bîrte şewêk hatye lam
bo diłnewayî û tesellam
be zułf û xałit swêndit dam
ke ta demirim to bî le lam
enca lêwit leser lêw nam
êstaş leser ew peymanem
heta emirim ew dêwanem
gîrodey ew zułfe cwanem
syabextî ew xałanem
têm geyştûy çend bewefam
jîn eweye ’eşqî tya bê
dił eweye besewda bê
ser piř le şorî leyla bê
nek kûlekey piř le ba bê
of şêtî çend xoşe le lam!
’eşqî pak nûrêkî xwaye
îlhamî şî’rî semaye
tecellay řoḧî tyadaye
wesłî beheştî le dwaye
wetene beheştî dinyam