sewzełey çawřeş

From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  695 views
sewzełey çawřeş, sewzełey çawřeş
řojî řeş kirdim sewzełey çawřeş
wextê zułf û pirç lêk ebin be nexiş
’eqił û hoşî min herdû ebin pexiş
piriçit lûl meke ḧałim peşêwe
kê naşêwênê ew tuřře û şêwe?
piř «ruḧ alqidisArabic» e siřřî ew lêwe
hertay zułfêkit diłêkî pêwe
řeşîy bextî min kilî çawte
řiştey ḧeyatim zułfî xawte
em çend řojeye kewa bawte
diłim meşkêne ke pênawte
kuştey nazî xot zor mede azar
zułifit nebête perjînî řuxsar
ba řoj negîrê û nekewme hawar
’aşiq le bêzar zû debê bêzar
piriçit lûl meke, diłim melûle
şêwey melûlîm wek pirçî lûle
tomarî şerḧî derdim betûle
terîbî wesił û bextim şeftûle
besim bikuje be tîrî ẍemze
ẍemzet endamî hênaye lerze
qetłî diłdadet le lay to ferze
sewzey bê beynet! ax daxt sewze!
îşarey dîdet be min enwênît
xerîkî ewey gyanim bistênît
wa gyanim daytê her to bimênît
be mercêk le ser qebirim bixiwênît