beharî kenar şar

From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 2 minutes  781 views
dwênê beyanî çûme qeraẍ şar
xeymey behar bû dyare û dyar
le pirşey awing be tîşkî hetaw
guł çûbuwe şêwey bûkî serbedraw
şiney bay behar eyda le ẍunçe
eygeşanewe û lay eda peçe
nek diłêk sed dił awatexwazî
ew pêkenîne û kirîşme û nazî
hemîşe behar le kenarî çem
bubuwe lagîre û gułî ser perçem
le řêgakana gułezerd yekser
bubuwe zincîrey tełay pişteser
qetarey nesrîn le nişêwî şîw
birîske eda wek heyasey zîw
sêpeře û mîna be xincîlane
etut milwankey mûrû şîlane
pelkî gozrwan beser gyawe
cûtey diłxiwaze wa têk aławe
egrîcey bûke beřeza û çinûr
çareçeqîle bote taray sûr
belîs gyay pîşok edozrêtewe
wêney pirçî kiç ehonrêtewe
gułî zerd û sûr legeł erxewan
wek cisrî mode be řojî şemwan
şewbo û řêḧane û kenîr û gyaben
pekî lawantey ewrupa exen
şing û hełekok çewre û pêqele
çawbaze û bizneřeşe û xertele
kaşme û beřeza, lûşe û tirşoke
kûzełe û kardu û punge û bengoke
toleke û catre û şwît beřîze
kerewz, terxun, pyaz, teřetîze
emane hemûy ke gyay beharin
her yek bo derdêk derman û çarin
sewzełe û nazdar be lencewlarin
taze kîjołey tîpî gułzarin
karêzî şerîf mełbendî cwanan
axî bo eben perî asmanan
ew awe cwane lew deşte wêłe
çawî qirjangî le çawa lêłe
haře hařî dê lew kořeşîwe
wek serçopîkêş dête qirîwe
naznaz û nêrgis, şewbo û gezîze
hełdepeřîn wek kiçan beřîze
destyan girtibû piř coş û xiroş
goranîbêjyan bilbilî dengixoş
be soz û nałe pyawî egryan
wek kay kon diłî minî esûtan
dar û gya û gyandar piřneş’e û diłxoş
min û wenewşe milkeç û şînpoş
ew pabendî xak konehewaran
min diłbendî xak mezarî yaran