ne’rey dêwane

From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  877 views
kak eḧmedekey xoşewîstî xwa
zorkes be sayey towe nan exwa
lewane zyatir min tom xoş ewê
her toy serberzîy qewmeket ewê
ke le zîndanyan têkxizandibûyn
sêdareyan bo daçeqandibûyn
to çûbûyte lay «bidî’ alzimanPerson»
mijdet dabûye be jyan û man
fermûbut êwe namirin emênin
ta ser azadî geltan esênin
xo min baweřim bewe kirduwe
be wesyet nawî ewem birdiwe
bełam wa emirim bew awatewe
bişmirim gořim deng edatewe