dûbare hawîn

From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  770 views
hawînman bo hat wek kiłpey tenûr
tepe dûkełî xiste şarezûr
zułfî beřezay şoxî hełqirçan
nêrgisecařî be carêk tepan
çinûrî çun nûr kewte naw dûkeł
milî wenewşe keç bû be ajeł
«lidusTurkish» y naw bû beřezay pest kird
pelî çinar û sewłî beydest kird
mangeşew cilwe û tirîfey kem bû
wêney demawind gerdûn piř tem bû
xozge em giře tawî ’eşq ebû
le diłî wetenperist ber ebû
ewsa ew coşe, diłî enexşan
diřkî tema’î şexsî esûtan
hanam be toye xway «jyan» û «jîn»
lem derfeteda şipirze nebîn
carêke û emcar kuřgel bêne kar
kałay kurdistan bixene bazař