bo gyanî qaremananî kurd

em hełbestey le 24y eyarî sałî 1925da wituwe
From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  930 views
em asmane şîne kewa bergî mateme
teḧlîlî wa kirawe ke qubbey ẍeme, teme
çerxêkî kone, makînekey jengî girtuwe
çewrî neka be xwên pekî sûřanî kewtiwe
pîrêjnêke, her şewey şûyek eka be xełq
sûraw be xwênî mêrdî eka pêy ełên şefeq
gułgun be xwênî ’aşiqe dêwcamey felek
çingî piłingî nawete jêr qaqmî bełek
gahê be xwênî alî nibî sûr’ebê fîrat
gah xwênî kurdî têkeł ebê dîcle zyad ekat
serdarî ême bû ke leser dar be pêkenîn
bangî ekird: be kuştinî min mîlletim ejîn
em xwênî kurde ke wekû xwênî syaweḧşe
xwênî nesênrê hełdequłê da’ma geşe
bo ême lazme hemû sałêk heta dejîn
em řojî «24» y ayare bikeyn be şîn