kurdistan

From the Book:
Şîr û Helwêst
By:
Mala Ali (1953-1979)
 4 minutes  1496 views
jînim wek xewê hate pêş çawî
kurdistan têr têr nejyam le nawî
pêy da bigeřêm bê kosp û sinur
be řast û çep da berew xwar û jûr
êsta be xeyał dême seyranî
axo çi řojêk dême seywanî
kame tiropkey sipî û berz bû
kame bendenî sext û sewz bû
kam mêrẍuzarey teř û paraw bû
kam řoj asmanî şîn û hesaw bû
ger ta hetayeş le pêş çaw nebin
tasey sernicyan her nayen le bin
demî kotayî werzî hawînê
ke«gułe cutêre» serî derdênê
dîsan jînewey gyay werzî payz
mijde dexate diłî pest û zîz
tîşkî hetawî paş pełe baran
we řeng dehênê pel û poy daran
ta demî payz «kîvar û estêr»
le kwêstan sewzin «sa yadyan bexêr»
zistan řehêłe û baran û befir
desřê tozî řêy řeşmał û kepir
xozge exwazin genc be řabirdû
be çipey dwanî jwanî dû be dû
genc peku pekwî řaburdûyane
ke nay bînînewe ax û ofyane
dêtewe yadyan polî nazdaran
le pêş tawłî bûn, demî êwaran
çaw be îşaret, dem be pêkenîn
le perî cwantir, herçendekenîn
ax payz wadê werzî mirdine
werzî cudayî û pena birdine
mergî sewze gya, hî guł û gułzar
katî zerd bûnî geła û gołî dar
be dirêjî werzî zistan seranser
sed na’umêdî sextit dête ber
hetaku behar degeřêtewe
lapeřeyekî yad ekirêtewe
behar leşkirî hewr û lêşawî
ke piř le daxe, têkřay henawî
nîşaney zistan pak eşwatewe
pîşî tûřeyî çak exwatewe
gułe ḧacîle, hêro, nesteren
mêlaqe, şilêr, şeqayq, sewsen
şewbo, wenewşe, xatûne, nesrîn
le řengî ał û, sewz û zerd û şîn
hełzu gyabend û kenêrew kema
be şiney fênk dekewne sema
legeł gyay nask weku diłdaran
leyek de’ałên hemû beharan
ke piluskî gewrey befraw ebînî
gerekte demit bixeyte bînî
leser lutkey řaz deřjêne xwarê
deykene girme û, haje be carê
le’il û mirwarî, lewan depirjê
efsûnî cwanî lewan hełdeřjê
debête bazney ḧewt řengî ber xor
deřazêtewe siruşt heme cor
le dem aweřoy ew nişêwane
cwanî bê řade û çend û pêwane
ber řoj û nisê û hewraz û newî
berzî asman û řûberî zewî
hestî honer û hestî hunermend
natwanê derî bibřê çon û çend
ca were seyrî polî řeşmałan
hatûnetewe cêgakey sałan
pîroz û xunçe û neşmîl û estê
yek meř edoşê yek řa’ewestê
zara û nesrîn û behar û kałê
yek bere û kanî yek bere û małê
kîjî çaw mestî ew hewaranen
firîştey aştî ew kosaranen
şeyday şimşałî ser berde bêrin
heqyane çunke bew core fêrin
bełam hezar ax, hezar hezar ax
emsał koçerî nayene êłax
nabne mîwanî emsałî binar
bê řûnakî ye bê ewan behar
çołe hewarî tengî «silêmanî»
hî «dołe kokê û, berde hesanî»
hewarî«gwêzłê û çwas û bê delan
geweře, zełê, tûjełe, qorẍan»
hemûyan çołn wêran kirawin
bezor bo deştî germên birawin
ax bo wułatman lê deşêwênin ?
dêhat û baxman bo desûtênin !
wederman denên le xakî xoman
êmeş wesyetew, cêmawe boman
ke ser şoř nekeyn le ast dagîrker
řojêk dêt şebeq deyankeyne der