bexêwtan kirdim

From the Book:
Şîr û Helwêst
By:
Mala Ali (1953-1979)
 2 minutes  1141 views
be xêwtan kirdim ho: babe û daye
wîjdanim le jêr qeriztandaye
wamdarî êwem boye le tawan
pêm waye êskim ekirojê tawan
tawanî ewey le pênawî min
řêtan kewtote ber małî dujmin
tawanî ewey bom nelwa derfet
labem lesertan azarî xefet
qerzî wiłat û gelim dayewe
bełam hî êwem leser mayewe
xał û xuşkeza, amojin û mam
xuşk û biraza, birajin û biram
dost û dirawsê, birader û hawřê
ewey carêk dîm le dû hengaw řê
purza û,xałojin, amozam û pur
xizim û kes û kar, le nizîk û dûr
eřom pêşwazî le mirdin ekem
le êweş daway lêburdin ekem
le dił řencanî êwe etirsam
dena bê sił bûm, le mergî besam
awatexwaz bûm le dway rojî řeş
bûkî azadî bigirme baweş...
biçme ser lutkey berzî ḧesarost
bang bidem be gwêy xizim û bira û dost
kem xwast û xozgem geyşte encam
hêşta le řojî hîwa neřencam
her be mandûyî mawim ta êsta
le řêy çake bûm swênd be awêsta
ewey çake bû le jîna kirdim
her be serberzî jyam û mirdim
wesyetim waye heta bimênin
le xotanewe kes meřencênin
pirsem bo megirin neken bom bigrîn
mełên ba quřî bo leser bigrîn
giryan kirdewey bê desełate
«tuřeyî şořş» xendey wiłate
dermanî derdim naka şoř û şîn
çon řizgar ebîn bebê «şoř» û «ş»
le birî bergî řeş sertapa «xakî»
leber ken heta namênê makî
împiryalîzim û bazirganî ceng
der’epeřênin be lûley tifeng
wułat cê dêłn dujminanî gel
xorî azadî hełdê le dem kel
katê wiłatî le xwêna řengaw
řizgarî ebê hengaw be hengaw
zanist û bîru pênus û meçek,
şen û paç û bêł, çekuş widas û çek
bo gel bê, pîr û minał û, gencî
noşî gyanî kat berhemî řencî
ta ewsa nawî êmeş emênê
peykerman xełkîy tê řa’emênê
ta bezîndûyî lem ser xake bin
wesyetim waye řû le çake bin
ser encamî jîn tenha mirdine
ewey zîndû bê, çakekirdine