eme naheqîye le mewlewî kirawe

From the Book:
Koy Berhemî Qizilcî
By:
Hasan Qizilji (1914-1985)
 9 minutes  836 views

le jimarey 436y dûşemmey 7y 1978y řojname «hawkarî»da witarêkî kak miḧemmed’elîPerson qeredaẍîm xwêndewe be nawî «le nêwan mewlewî û mela qasmida» bedaxewe min kak muḧemmed ’elîm nedîwe, bełam carubar tûşî witarî hatûm. wa dête bîrim carêk şitêkî le barey «nalîPerson»ş nûsîbû. wa dyare biraderêkî lêzan û edîbe, bełam nextê be hełe û pełeyh. eme le witarekey êstayda piř دەردەکەێ. xozge pitir be şêneyî buwayh. le seretay witarekeyda nûsrawe: «le qonaẍekanî pêşûy edebda, katêk bazařî çapemenî perey nesendibû, řexne û řexnekarî nehatbuwe kayewe, şa’îrêk eger wîstibay xoy sênê û pile û twanay şê’rîy xoy derbiřêt dehat berberekanê û kêberkê «musabeqe»y legeł şa’îrêkî nasrawî serdemî xoy ya pêştirda dekird û bew kare xoy denasand». wekû dezanin lêdwanî edebî debê be zarawe û îstîlaḧatî edebî bê. ew dêřaney serewe, bedaxewe- lew nerîte bederin. yekem- qisey le qonaẍî pêşûy edebe be giştî û nebûnî řexne û řexnekarî be taybetî le barî wirdibûnewe le wezin û qafye û bekarhênanî dirustî wişe û dařiştinî witeda baw buwe û şerḧêkî zor le dîwanî şa’îranî ’eřeb û fars kirawe. emeş buwete hoy ewe ke zimanekanyan řêkupêk û wişekanyan be selametî bimênêtewe. le kurdîşda eme- wekû xoşman le bîrmane- le ḧucrey mizgewtan û le naw edîbanda baw buwe, bełam nedenûsra û her serzarekî bû leber emeşe ke şê’rî kilasîkîman lem bareyewe řêkupêktire. duwem- bêguman kak muḧemmed’elî xoy zor baş dezanê ke le zarawey edebîda basêkî bo «sirqatî şê’rî» heye. em base «aqtibasPersian» û «tizmînPersian» û tad ... degrêtewe ... le

edebî farsîda «astiqbalPersian»yiş heye, bew manaye be pîr qesîde ya ẍezelî şa’îrêkî dîkewe çûn û her bew uslûbe û lew mebeste şê’ryan gutuwe. detwanîn îlham wergirtinî şa’îrêk le şê’rêkî şa’îrêkî dîkeş her lew babetane bijmêrîn. bełam berberekanê ke «hicuPersian, mifaxrePersian, mişa’rePersian» û şitî wa degrêtewe le babetêkî dîken. bo tewawî emaneş qa’îde û formulî taybetî danrawe. îtir wenebê mebest tenya xonasandin bûbê. heq wabû serî witareke lem basewe damezrê. bełam be pelepel nûsîwyetî û gwêy nedawete baseke ... kak muḧemmed’elî dû beytî mewlewîPerson legeł sê beytî mela qasimPerson berawird kirduwe û ḧukmêkî bê însafaney dawe. beytekanî mewlewî emanen:

tersûn er beden řeqîb dił serd
kerdiş wetûtya asyay çepgerd
weqit temaşay ew ber guzîdem
şemał bişano gerdiş nedîdem

hînekanî mela qasmîş emanen:

tersûn er azîz ce piř meylîy wêş
kyano nameyê ner lay xestey wêş
cewdemda řeqîb ce ḧesret bo gerd
şemał peyapey beroş ne řûy herd
weqit temaşay namey azîzim
şemał bişanoş dîdey hûn řêzim

ḧukme nařewakeşî awa dawe dełê: «.. eger nextê lem dû parçe şê’re wird bibînewe debînîn melaqasim- lêreda- pêşî mewlewî kewtuwe. mewlewî le şê’rekey xoyda řeqîbî kirduwe be gerûy aşî çepgerdida û be berdaşî ew aşe kirdûye be tûtya! bełam mela qasim dêt hoyekî cwanî şyawî cêgeke dedozêtewe û bê ho řeqîb nahařê. hoyekeşî eweye: řeqîb be bîstinî hatnî namey dost le dax û ḧesretda debê be toz! legeł eweşda nayełê diłdarî bo hewałî dost sûtaw nameke bixiwênêtewe, çunke katê temaşay azîz şemał ew tozê řeqîbî le daxa be toz buwe dekat be çawîda». em ḧukme nařewaye, çunke dû beytekey mewlewî le barey şikłewe ewende berz řêkxirawin, dełêy destî zêřîngerêkî hunermend dûř û mirwarîy le gerdinbendêkî zêřda honîwetewe, pîtêk ya wişeyekî zyadî tya nîye, hemû şitêk lewpeřî westayîda le cêgay xoy danrawe. wezin û qafye řêk û dirustin. bełam le beytekanî mela qasmîşda tewaw be pêçewaney emeweye. le nîwe şê’rî hewełî beytî hewełda carêk er y hênawe û dełê: «tersûn er azîz ce piř meylîy wêş». le nîw şê’rî dûhemî her ew beyteda carêkî keş «er»y hênawe û dełê: «kyano nameyê er lay xestey wêş». yekê lem erane zyadî û bêmanaye. ew beyte qafyekeşî ẍełete, «piř meylîy wêş» natwanê bête qafye legeł «xestey wêş». le beytî dûhem û sêhemda dûcar «şemał»y hênawe û manake bûte naşîyane. bełam mewlewî be taqe carêkî «şemał» manakey lewpeřî cwanîda geyanduwe. le nîwe şê’rî beytî sêyemda «cumle» nadruste û «ne»yek kewtuwe. debû weznî ew nîwe şê’re wa řêkxa bitwanê biłê «şemał bişanoş ne dîdey hûn řêzim». mewlewî řeqîbî nekirduwe be gerûy aşî çerxda û byařê. êwe le sitîl û uslûbî ew şarezan. çerxî şubhanduwe be aş û xełkî şubhanduwe be danewêłe ke ew aşe deyanhařê. le hêndê cê xoşî amade kirduwe bo gerûy ew aşih. ke wirdibînewe debînîn mewlewî be dił’awayî û mîhrebanîyekî zorewe legeł řeqîbîş debziwêtewe. be ḧesûd û bexêłî dananê û hoyekî şyaw û lêburduwane bo řeqabetekey dadenê ke diłsardîye dełê: tîn û germayî ’îşq le diłîda nîye boye debête berhełistî ’îşq. cige lewe wekû melaqasim be tewawetî nayhařê û řoḧî bo dehêłêtewe. lay waye tenya bedenî dekewête ber aşî çerx. ḧezîş bem hařîne nakat û eme be karêkî çewtî çerx dadenê û çerx leser em kare be «çepgerdî» tawanbar dekat. mewlewî le hemû şê’rekanîda «wicud» û jyanî be herdû beşekey řoḧî û bedenîyewe belawe cwan û benirxe, wicudî řoḧî be nefewtaw dezanê bo fewtanî wicudî bedenîş daxî dê. mewlewî taqe şa’îrî kurde ke tewawî wirdekarîyekanî kurdî deparêzê û be westayyekî ’ecaybewe bekaryan dehênê. «şemał» le zimanî kurdîda be «ba»y pîroz û be pît û bereket danrawe ke xêr û bêr dehênê û xirape û çepełî ladeba:

şemał bîşenê yexey ketanî
ta toz nenîşê lenaw memanî

goranîy şemał le kotayyekanî zistanda be nawbange ke şemał bang deken bêt û befir řamałê. biřwane emey lem şê’reda çend cwan guncanduwe dełê: min ewende çareřeşim, detirsim řeqîbî diłsard ke tîn û germayî ’îşq le diłîda nîye û agay le derdî aşqan nîye, weber aşî çerx kewê ke îşu karî çepgeřan û nařewane û bibête toz. ca bo bedbextîy min ke şemał debê toz labat û řûnî û safî bênê, katê temaşay ew berguzîdeye ew toze dekate çawim û nayełê bîbînim. mewlewîy berguzîde dełê: azîz şitî wa nałê.

bem wişeye îşaret dekat ke ’îşqekey ’îşqêkî ’îrfanîye û, řeqîbîş kesêkî dyarîkiraw nîye, bełku berhełistî zuhur û tecelîye. bełam şê’rekanî melaqasim zor naşîyanen. tenya bergî hewramîye ke le geyandin û dirkandinî me’na û mebestida zor be kardê- řazandûyetîyewe. eger azîz piř meyl bê name nardin û le ’aşiq pirsînewey, karêkî tebî’îye û ne «erê dewê» û ne «xesteyî», hatnî namey azîz çawî pê řûn debêtewe nek «xwênřêjî». ’aşiqan le hemû şê’rêkî diłdarîda çawyan bo azîzî be meyl û cewr û cefa pîşe «xwênřêje», nek bo azîzî piř meyl. «şemał»yiş lew şê’raneda mefhûm û xasyetekey xoy le kîs çuwe û wekû wişeyekî řeq û teq û wişk û bekarhatuwe û nîwe şê’rî «şemał peyayey beroş le řûy herd»yiş esłen zyadeye û xizmetêkî hîç nakat. le serîqatî şê’rîda qa’îde wihaye eger şa’îrêk sen’et û mezmûnî şa’îrêkî dîke wergirê ke cwantir lewî heweł bîřengênê meqbûłe, dena mezmûm û xirape. em sê şê’rey melaqasim wiber beşî duwem dekewê. we: gutim min- bedaxewe- kak muḧemmed’elî qeredaxî nanasim. ca leber’ewe em sikałaye lay ewane dekem ke mewlewî nasin û erkî dîfa’ le mewlewîyan kewtuwete serşan. «mînoriskî»- le bîrme nizîkey çil sał lemepêş kořêkî cîhanîy bo bîrewerîy hezar sałey fîrdewsîPerson le taranLocation gîřa. mînoriskî le axawtinî xoyda lew koře cîhanîye, mewlewîy be hawtay fîrdewsî dana. be ḧeyfî dezanim êsta ême xoman řexney lêbgirîn, ewîş be nařewa.

perawêzekan:

1. laman waye «keruş» hełeye û řastekey «keroş»e. řoşnibîrî nwê.